Gundiyên Şîrkê: Baweriya me bi dewriyeyên Rûsya nayê

Şêniyên gundê Şîrkê yê li ser sînorê Dirbêsiyê gotin, dewriyeyên Rûsyayê wan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker naparêzin. Ji ber hîna jî êrişên wan li ser gundên navçeya Zirgan û Til Temir hene û daxwaza avakirina herêmeke ewle ya bi garantiya navneteweyî kir.

Şêniyên gundên li ser sînor ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, hedefgirtina wan û komkujiyên der heqê wan mîna ku li Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne de, ditirsin û her wiha şêniyan diyar kir ku tevî dewriyeyên Rûsyayê, lê baweriya wan pê tune ye.

Gundê Şîrkê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye ku 11 km dûrî navenda navçeyê ye û nuqteya yekemîn a destpêkirina dewriyên hevbeş a di navbera polîsên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker de ye.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Dawûd ji şêniyê gund e wiha got: "Em di metirsiyan de ne. Ji ber dewleta Tirk a dagirker cîranê me ye. Hemû kes asta hovîtiya vê dewletê dizane. Beriya çend rojan hêzên rejîma Sûriyê hatin da ku parastina sînor bikin. Lê ji vir revîn û sedem jî ne diyar e."

Dawûd destnîşan kir ku daxwaza wan, sînor bê parastin û bi ewle bijîn, mîna berê ku QSD`ê parastina wan dikir.

Ji aliyê xwe ve jî şêniyê bi navê Cabir Xilo ji heman gundi ye wiha anî ziman: "Tevî dewriyeyên Rûsyayê, lê hîna di xeteriyê de ne. Ji be ev dewrî nikarin parastina me bikin, ew tenê şeklî ne.Her wiha jî ji xeteriya dewleta Tirkiyê pir bi fikar in. Ji ber ew dewleteke dagirker e û her tim dagirkirina xakan dike armanc."

Xilo wiha domand: "Heta niha, her ku nêzî sînor dibin hedefa dagirkeriyê. Her wiha jî dewleta Tirk a dagirker nahêle zeviyên xwe biajon û nêzî wê bibin."

Cemîl Hemze jî şêniyê heman gundî ye wiha da zanîn: "Tevî hewldanên dewleta Tirk a dagirker a neçariya koçberkirinê û dev ji xaka xwe berdan da ku weke çawa herêmên dîtir ên Sûriyê dagir kirine, wê jî dagir bike ku mal û milkên me bidize û desteser bike, lê em xaka xwe bernadin. Ji ber ev xak a me ye."

Der barê dewriyeyên Rûsyayê, Hemze wiha axivî: "Her roj em dewriyên Rûsya yan jî rejîma Sûriyê ku navê parêzvanê sînor li xwe kirine, dibînin, lê ew nikarin parastina me bikin. Ma hêzên derve dikarin me biparêzin. Em daxwazin herêmeke ewle bi rêveberiya navneteweyî bê avakirin, ne bi rêveberiya Tirkiyê ku xaka me dagir dike û komkujiyan pêk tîne."

Her wiha şêniyê bi navê Ebas da zanîn ku ew metirsîdar in, ji ber hedefa dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê ye.

(jo)

ANHA


Mijarên Din