Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku bi pêşengtiya Meclisa Îştarê zêdetirî 9 mehan dewam kir, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku bi pêşengtiya Meclisa Îştar ev zêdetirî 9 mehan hatibû destpêkirin, bi meşeke girseyî bi dawî bû. Bi boneya dawîanîna çalakiya greva birçîbûnê şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombû û dest bi meşê kirin. Di meşê de al û posterên rêberê Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin bilindkirin. Her wiha meş ji ber avahiya Malbatên şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY)  dewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) girse kom bû. Di kesayeta şehîd Şukrî Serhed de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê hevseroka Meclisa Gel Pakistan Bîlen ve hate dayîn.

Pakistan Bîlen got:“Îro em dibînin li her cihekî Kurdistanê pêşengên ku em dibêjin nirxên têkoşîn û dîroka me ye, bi salane di nava têkoşînê de ked dane, dijmin wana dike hedef. Bi vê jî dixwazin gelê Kurd tune bike, îradeya gelê Kurd bişkînin, bê hêz bikin û belav bikin. Bila baş bizanibin em bi şehîdên xwe bi hêz dibin, ava dibin û yekîtiyek hîn xurttir bi me re çêdibe. Li ser vî bingehî armanca me ew e ku em bikaribin bi saya van şehîdan têkoşînê heta serkeftinê bibin. Em dibînîn êriş li her derê li ser gelê Kurd tê kirin. Armanca dijmin ew e ku va du salên pêşiya me de xwe bigehînin xeyalên xwe yên Osmanî. Armanca wan ya herî bingehîn ew e ku bikaribe peymana Lozanê û di heman demê de dagirkeriya xwe ya duyemîn a Osmanî bi cih bîne. Ji bo wê jî wê êrişin xwe dijwartir bike. Em jî weke gelê Kurd li beranberî van êrişan bi îrade û biryardariya xwe li ber xwe bidin û xwe bigihînin serkeftinê, ji ber ku ev mafê me yê rewa ye. Divê em di van du salên pêşiya me de bikin sala serkeftina gelê Kurd.”

Bîlen wiha domand: “ Pêngava ku ji aliyê KCK-KJK’ê ve ya bi şîara ‘Bes e ji faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ hat destpêkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Ev çalakî li her derê bi awayên cuda cuda hatin lidarxistin û heta roja me ya îro jî ber dewame. Ev çalakiya ku hatî destpêkirin roj bi roj berfirehtir dibe. Ev yek ji aliyê civakên derveyî Kurdan ve jî hat destekkirin. Ev pêngava ku hatî destpêkirin pêngavek rast bû û di berjewendiyê hemû gelên bindest de bû. Her wiha ji bo hîn zûtir em bigehijin azadiya rêbertî, hevalên me yên zindana bi îradeyek herî xurt dest bi vê çalakiyê kiribûn. Ev çalakî bi mehan bû didomiya, ji bo çalakiyên xwe hîn xurtir bikin, şêwazê çalakiya xwe guherîn û ev çalakiya xwe bi dawî kirin. Me jî wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî hem ji bo piştgirîdayîna çalakiya zindanan û di heman demê de bibin parçeyek ji vê pêngavê, me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev nêzî salekê ye çalakî didome û em dikarin bêjin gelê wargehê di vê çalakiyê de nasnameyek xwe ya ber bi çav girt. Her wiha hat dîtin ku weke her carê di van aliyan de gelê wargehê xwedî li erk û berpirsyariyek derketin. Li ruxmê hemû sert û mercan û hemû zorî û zehmetiyan jî me dest ji çalakiya xwe berneda.”

Pakistan Bîlen herî dawî wiha got: “Li ser bangawaziya ku hatî kirin hevalên me yên zindana çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir. Li ser vî bingehî me jî wek gelê Wargeha Mexmûr pêwîsti dît ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînin û vê çalakiya xwe veguherin çalakiyên cudatir. Em hêvîdarin çalakiyên ku ji niha û şûnde yên ku were pêkanîn gelê wargehê bi awayekî hîn xurtir lê xwedî der bikevin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên; “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” bi dawî bû.


Mijarên Din