Greva birçîbûnê ya Lavrîo jî bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ku 259 roj beriya niha ji aliyê TCŞ, TJK-E û Navenda Çanda Kurdistanê  ve bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin îro bi meşekê bi dawî bû.

Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropa (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê di roja 259’emîn de bi meşeke girseyî hat bidawîkirin. Her wiha êrişa li ser endamê Komîteya Piştevaniyê ya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) hat lanetkirin û salvegera şehadeta Alî Çîçek hate bîranîn.

Meş ji kampa Lavrîo ya ku penaberên Kurd lê dijîn  dest pê kir û heta navenda Lavrîoyê dewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bimire xiyanet" , "Bijî berxwedana zindanan", "Faşîst Tirkiye" hatin hilgirtin û bi domdarî heta qada Lavrîonê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan Azadî" û "Bimre xiyanet" hatin berzkirin. Li wir beriya daxuyaniyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê siyasetmedar Huseyîn Arasan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Kampa Lavrîo 259 roj in ji bo rêber Abdullah Ocalan bê navber di nava berxwedanê de bû û ragihand ku çalakiya wan bi encam bûye. Çalakî gihîştiye armanca xwe û em wek kampa Lavrîo ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêbertî, 259 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de bûn. Çalakî gihîşte armanca xwe. Keda hemû hevalan çêbû. Wê berxwedana me heta azadiya rêbertî berdewam bike."

Têkildarî şehadeta endamê Komîteya Piştevaniyê ya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) vê dibêjin: “Em vê xiyaneta PDK'ê bi tundî şermezar dikin. Ev komplo bi destên PDK'ê û dewleta Tirk hatiye kirin. Tu carî xwîna şehîdan li erdê namîne. Şehîd namirin.”

Meş bi dirûşme û tililîyan ve bi dawî bû.


Mijarên Din