Graham: Em ê Erdogan ji Sûriyê biqewrînin

Kanala Fox News a amerîkî hevdîtinek bi sînatorê cimhurî Lindsey Grahamre girêdayî tedbîrên ku kongres û serokê amerîkî dê li dijî Erdogan û aboriya wê bigirin ji ber komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye çêkir.

Lindsey Graham got: "Serok Trump dê bi kongresa demokratîk û cimhurî re hevkar be. Em dê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bipelçiqînin eger rijandina xwînê ranewestîne. Em dê wî ji Sûriyê biqewtînin. Em ê biçin Sûriyê û em ê ji nû ve mijaran rêz bikin."

Lindsey Graham teqez kir ku ji ber ku Tirkiyê êrîşî Bakurê Sûriyê kir ceza li benda wê ne û got: "Erdogan di civîna dawîn de li NY`î derew li min kir.”

Lindsey Graham balkişand ku rewş li Sûriyê bi lez paşde diçe û wiha domand: "Ez Tirkiyê loma dikin. Dê cezayên ku aboriya wê felc bike hebin. Kongresê dê kirinên rêveberiya serok Trump berdewam bike û em ê ji Tirkiyê û cîhanê re nîşan bidin. Em di rêya hilweşandina aboriya wî de ne eger rijandina xwînê ranewestand."

Serokê amerîkî Donald Trump piştî êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd kir ku cezayên giran li rayedarên tirkan ên berê û niha ferz bike.

(şx)


Mijarên Din