‘Gotinên Ocalan ên beriya 20 salan niha pêk tên‘

Dayika Esmehan Resûl a ku ji beriya 20 salan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, got: “Gotinên Ocalan ên beriya 20 salan niha pêk tên.”

Esmehan Resûl (43) ji gundê Kefer Sefra yê herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Esmehan  di sala 1997‘an de li bajarê Helebê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Derbarê hevdîtinê de, Esmehan diyar kir ku Ocalan banga girîngiya xurtkirina têkiliyan bi welatên derdorê re û peydakirina çareseriyên aştiyê ji krîzên Rojhilata Navîn, kir.

Esmehan bal kişand ser mijarên ku Rêber Abdullah Ocalan behs kiribûn û got: "Rêbertî qala girîngiya ku her ferdeke erka xwe pêk bîne, şênî xwe bi rêxistin bikin, kir. Her wiha destnîşan kir ku bi vê yekê em ê gavên sabit bavêjin da ku bighêjin azadiya hemû gelên bindest."

Esmehan girîngiya belavkirina fikr û feslseya Ocalan di nava hemû pêkhateyan destnîşan kir û got: "Ocalan pir giringî dida wê yekê ku hemû gel bi hev li dijî komployên li dijî gelê Kurd bisekinin. Ev mijar ji me tê xwestin. Axaftinên Rêbertî yên beriya 20 salan niha li ser erdê pêk tên. Rêber Ocalan banga xurtkirina têkiliyan bi dewletên derdorê dikir. Ji bo ew têkilî bikevin xizmeta gel û pêkanîna aştiyê. Rêbertî hemû cûrê şer red dikir. Ev yek di nameya xwe ya dawî de dejî tekez kiribû.”

Esmehan di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopîne û fikrê wî bicih bîne.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din