Girtîgeha Ehdas veguherandin cihekî derçûna nifşên zana

 Li kêleka şerê ku nêzî 10 sal e li Sûriyê dewam dike, hewldanên cidî yên parastina civakeke hevgirtî ku perwerde û çanda xwe bi pêş dixe jî tên kirin.

Girtîgeha navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ku bi dehan salan hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê tê de zarok digirtin û êşkence dikirin, îro veguheriye "Paymangeha Viyan Amara" ku xwendekar tê de perwerdeya xwe dibînin.

Paymangeha Viyan Amara li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ye û ji girîtgehekê veguherî cihekî ku xwendekar lê perwerdeya xwe ku ji ber şer jê mehrûm bûne, temam dikin.

Mamoste û xwendekaran xwestin bi vê yekê nameyekê bidin cîhanê ku ji bermahiyên şerr afrînerî pêk tê.

Ji ber şerê ku salên borî li herêmê qewimiye, avahiya paymangehê nîv rûxandî bû. Desteya Perwerde û Fêrkirinê avahî ji bo perwerdekirina xwendekaran amade kir.

Di Cotmeha 2019`an de deriyên paymangehê li pêşiya xwendekaran hatin vekirin û 110 xwendaran navên xwe qeyd kirin. Lê belê ji ber êriş rojane li dijî herêmê û koçberiya hin malbatan ji herêrmên din re, hejmara xwendekaran daket 90`î. Her wiha 16 mamosteyên ku zanîngeh qedandine û xwedî tecrûbe ne, xwendekaran perwerde dikin.

Beşên paymangehê ev in; Fîziya, Kîmya, Zanistî , Bîrkarî û mamostetî.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê rewşa madî ya xwendekaran di ber çav re derbas kir û pêdiviyên wan ên xwendinê peyda kir. Her wiha xwendekarên gundan li ser hesabê xwe dibe û tîne. Rêveberiya paymangehê jî hemû waneyan bi pereyên kêm (mehane hezar Leyreyên Sûriyê) ji her xwendekarekî re çap dike. Bi vê yekê tenê xwendekar bi xwendinê re mijûl dibin û ji zextên din xilas dibin.

Di paymengehê de laboratorekî kîmya û biyolojîk tevî pêdiviyên pêwîst ji bo waneyê xwendekaran heye, ku tê de tecrûbeyên girêdayî kîmyayê çêdikin. Her wiha 8 holên ji bo waneyan, yarîgeheke goka destan, odeyeke lîstoka Ping boolê û cihekî ku xwendekar lê wexta xwe ya vala derbas bikin, hene.

Li paymangehê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî tên fêrkirin tevî dîrok, cografiya û waneyên li ser kompîturê tên dayîn.

Pileyên xwendekaran jî li gorî vê ne; ezmûnên nivîskî ji sedî 25, nirxanadina mamosteyan ji xwendekar re ji sedî 10, nirxandina rêveberiyê ji sedî 5 ku li gorî tevgera xwendekar û şêwazê wî di paymangehê de ye, ji sedî 60 ê mayî jî ji bo ezmûna dawî ku xwendekar di dawiya sala xwendinê de tê re derbas dibin, tê veqetandin.

Xwendekarên paymangehê gelek komîte ava kirine; komîteya zanistî ku di hefteyê de du caran semîneran dide, komîteya çand û hunerê, komîteya werzîşê, komîteya tenduristiyê, komîteya ragihandinê, komîteya dîsiplînê, komîteya aboriyê, komîteya ekolojiyê û komîteya lêkolînkirinê.

Yek ji rêveberên Paymangeha Viyan Amara Bêrîvan Omer di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re behsa girîngiya perwerdeyê di civakê de kir û wiha got: "Ji bo civakeke azad û rewşenbîr, perwerde bingeh e. Me girtîgeha Ehdas veguherand cihekî perwerdeyê da ku em nameyekê bidin cîhanê."

Bêrîvanê wiha berdewam kir: "Avahî nîv rûxandî bû, lê belê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê kedekî mezin da û ew der veguherand cihekî perwerdeyê. Xebatên sererastkirin, restorekirin û amadekirina holên waneyan 3 mehan dewam kirin û kadroyê perwerdeyê jî baş hate amadekirin. Hinek ji wan di perwerdeyên taybet re derbas bûn da ku ji bo perwerdekirina xwendekaran hîna bi awayekî  xurttir, amade bin."

Xwendekarê bi navê Kamîran Şêx Dehdo wiha got: "Piştî em ji Efrînê koçber bûn, me perwerdeya xwe li vir temam kir. Roleke girîng dikeve ser milê me, em hewl didin li paymangehê ji her kêliyê sûdê bigirin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din