Girîngiya şerê gel û parastina cewherî ya bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê-3

Li Rojava parastina civakî hêza ku nirxên civakê diparêze ye

Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo civak parastina nirxên xwe yên wek nasname û çandê bike, rêbaza pergala parastina cewherî pêş xistiye. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pergal pêş xistin ku êdî bûye saziyeke hevgirtî. Ev hevgirtin ji taxê bigre heya eniyên şer li dijî êrîşên derve û yên terorîstan disekine.

Pergala parastina li Rojavayê Kurdsitanê bi sazûmaniya xwe ya tijî û dagirtî di her qadan tê naskirin, mîna şaneyek ku xwe di meclis û saziyên civakî de pêş xist û ava kir. Şêniyên herêmê ji ber mercên şer pêwîst bi parastinekê xweser a bi îradeya xwe dîtin. Ji lew ra yekîneyên sivîl di nava civakê de hatin avakirin, mîna striyên gulan ku şaxê gul biparêze ye. Hizra parsatina cewherî dirust bû û encamên balkêş bi xwe re anîn, bi taybet piştî şerê dîrokî yê li Kobanê û heta niha derketine.

Hêzên Parastina  Civakî (HPC)

Li gorî têgeha civakî ya li Rojava, parastina cewherî, beriya her tiştî zanist û helwetsa civakî ye dema ku girêdayî mijara hebûn, nasname û çand di xeteriyê de be. Ji ber vê yekê di rewşên wiha de parastina girîng û pîroz e û ji hemû ferdên civakî jin, zilman, ciwan û temem mezinan tê xwestin.

Di demekê de ku şênî li herêmên Sûriyê têne koçberkirin, kuştin û qirkirin ji aliyê komên terorîst û hêzên navdewletî û herêmê ve, gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê sîstema xwe ya parastinê li tax, gund û bajaran de xurt kirin û yekîneyên xwe yên parastinê  an ku Hêzên Parastina Civakî (HPC) hate avakirin.

Hêzên Parastina Civakî ji hemû çînên civakî hate avakirin. Şênî ji bo warên xwe ji êrîşan biparêzin bi koman cihê xwe di nava vê hêzên de girtin û roleke pêşeng di parastinê de lîstin û ji xeteriyan re bû bersiv.

Hêzên Parastina Civakî piştî konferansa wê ya yekemîn a damezirandinê ku di 2015‘an de li bajarokê Rimêlanê pêk hat, bû hêzeke civakî, hevgirtin û fermî.

Endamên HPC‘ê destekê didin YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Her wiha bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyên parastin digerînin. Erka her welatiyekî ku hebûna xwe û civaka xwe biparêze dema ku valahiyeke ewlehî hebe.

Parastina Cewherî û rola wê ya girîng li Şêxmeqsûd, Efrîn û Reqayê

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxweneke dîrokî li hemberî desthildarî û çeteyan hate nîşandan. Tax bi berxwedana xwe bûye ninuma şerê gel û parastina civakê ya nirxên xwe. Ji destpêka êrîşên çeteyan ên li ser taxa di dawiya 2012 û destpêka 2013‘an  taxa Şêxmeqsûd bi hemû pêkhate, netew û ol, jin, zilam û ciwan li ber xwe dan û tax ji êrîşan parastin. Piştî berxwednaa şehîd Gulê Selmo tax bû mînaka parastina rewa.

Şêniyan komîteyên parastinê li her kolaneke hundirê taxê ava kirin, piştgirî dan YPG, YPJ û Asayîşê heta hêzên taybet û tabûrên jinan ên parastinê hatin avakirin.

Li Efrînê parastina cewherî bû şerê rewa yê gel

Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de gel roleke girîng di parastina civakî de list. Hema bêje piraniya şêniyan beşdarî berxwedanê bûn û destek dan hêzên parsatinê yên li eniyên şer û ewlehiya hundrîn a kantonê parastin.

Gel roleke girîng di parastina cewherî de lîst, bi beşdarbûna hemû şêniyan di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de. HPC`ê endamên xwe zêde kirin, da ku piştgiriya hêzên li eniyên şer bikin û parastin ewlehiya hundirê kanton û navçeyên girêdayî wê bike. Piştî 58 rojan ji şer û berxwedana mezin, van hêz û yekîneyan derbasî pêvajoyeke nû ji şerê gel bûn, ku heta niha li dijî çete û artêşa Tirk a dagirker li her taxekê, gundekî û rêya li kantona Efrînê derbeyê didin.

Reqa.. Parastina cewherî misogeriya tinekirina şaneyên çeteyan e

Piştî tinekirina DAIŞ‘ê di aliyê erdîngarî de ji aliyê QSD û bi desteka navdewletî de şer derbasî pêvajoya nû bû ew jî tinekirina şaneyên çetyên mayî ji herêmên rizgarkirî ye. Şaneyên veşartî ewlehiya herêmê û derxistina kanokiyan di navbera eşîran dike armanc ku bi vê yekê dixwazin tola têkçûna çeteyan hilînin

Li herêma Reqa, Tebqa û Dêrazora û gundewarên wê, pir girîng bû ku gel li kêleka hêzên ewlehî û QSD`ê  li dijî çeteyan bisekine. Ji ber vê yekê Meclisa Sivîl a Reqayê ji komîteyên xwe yên parastin û ewlehiyê yên taybet bi her meclis û komînên girêdayî wê di 2017‘an Hêzên Parastina Civakî ava kirin da ku destekê bide hêzên ewlekariyê di parastina kampên koçberan taxên bajarê ji şaneyên çeteyan ên veşartî û ewlehiyê bi rêxistin bikin.

Jin roleke girîng di parastina cewherî de dilîzin

Armanca sereke ya HPC‘ê şiyarkirina gel ji bo xweparastinê ji her cure xeteriyan e, ji ber ku dikaribû  hemû beşên civakî li ser fikra parastinê xweser bi karanîna çek perewer de bike, Di vir de rola herî mezin a jinên civakê derket pêş.

Jin ji sedî 60 di van hêzan de ne, her wiha tabûrên Parastina Civakî taybet bi jinan li her bajarekî Rojava û Bakurê Sûriyê ava kirine, rola wan di perwerdekirina jinan li ser rakirina çekê û fêrkirina bikaranîna wê, beriya wê jî perwerdeya bîrdîrok derbarê paratinê û parastina rewa û şideta dijî jinan dibin.

Encamp

Civaka Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di hundirê xwe de hemû sîfetên gelê şoreşger kom dike ku di rewşên şer, gef û xeteriyan de amade ne bersiv bidin. Ev yek di gefên Tirkiyê yên li ser herêmê de eşkere dibe ku ku bi hezaran jin, mêr û ciwan ku perwerdeyên leşkerî û bîrdozîr dîtine bi çekê HPC`ê derketin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din