Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê-2

Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê Parastina cewherî mîna nan û avê pêwîst e

Ji serhildana Qamişlo ve komkujî li ser gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ji aliyê rejîma Baasê ve têne kirin. Ji bo rêgirtina li pêşiya komkujî û qirkirinan û bi armanca parastina mafên gel ji pergalên neteweperest ên faşîst li Sûriyê û dewletên derdorê pêwîstiya parastina cewherî derket holê. Kurdan bi pêkhateyên herêmê re roleke rêxistinî ya xurt di warê parastina gel de lîst û di şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de serkeftinên mezin pêk anîn.

Em ê di vê dosyayê ya ku wê ji 3 beşan pêk were de balê bikişînin ser têgeha parastinê û pêvajoya pêşketina parastinê li Rojava û Bakurê Sûriyê. Her wiha rola parastina gel di pêkanîna serkeftinan li hemû qadan de. Li aliyekî din jî tecrubeyên gel ên cîhanê yên di çarçoveya parastina nirxên xwe ji dijminên derve û rengê parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên derve de.

Têgeha "parastin" di aliyê zimanî de wateya xweparastina ji êrîşên li ser jiyanê yan jî xweparastina girêdayî mijareke din çi kesayetî be û çi jî civak, her wiha çi lawir, kom an jî hemû zindiyan destnîşan dike. Lê heger pênaseya parastinê  di çarçoveya parastina ji êrîşên muhtemel de hat, wê demê divê têgeha "êrîş" jî were pênasekirin. Êrîş; kuştin e, qirkirin e, tirsandin, girtin, birîndarkirin û desteserkirin û hwd ne.

Pênaseya parastin û hişyariyên Rêbertiyê ji qirkirinê

Di têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê de pênaseyeke nû ji têgeha parastinê re hate dayîn anku "parastina rewa". Êdî parastin li her çar parçeyên Kurdistanê ya li hemberî dewletên dagirker û desthilatdar de serî hildaye, bi vî awayî hate pênasekirin ku "xwebirêxistina civakî, têkoşîna di hemû qadan de ye". Ev yek jî bi rêya birêxistinkirina leşkerî û parastina hemû nirxan pêkan e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê "Parastina Kurdên di nava Pencên Qirkirina Çandî de" de destnîşan dike ku pêwîst e li hember hemû cureyên qirkirinê hişyarî hebe û dibêje "Ez behsa qirkirina fîzîkî tenê nakim, lê belê behsa qirkirina çandî û hemû cureyên din ên qirkirinê dikim".

Gelê şoreşger li Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa nirxên xwe parastin?

Bi feraseta "Yek ziman, yek netewe, yek al, yek dewlet" nirxên hemû gel û etnîkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Kurd hatibûn înkarkirin.

Rejîma Sûriyê ya bi serkêşiya partiya Baas di çarçoveya siyasetên xwe yên qirkirin û nîjadperestiyê de maf, nasname, çand û urf û adetên Kurdên Rojava înkar kiribûn. Di heman demê de neteweyên din ên di herêmê de wekî Suryan, Asur, Tirkmen, Çerkez û Ermen înkar dikirin. Rejîmê her hewldaneke ji aliyê Kurdan an pêkhateyeke din ve yên bi armanca mafên rewa, bi êrîş bi nav dikir û bi bihaneya parastina dewletê ew hewldan têk dibirin.

Di pêvajoya şoreşa Sûriyê û şoreşa Rojava ya 19'ê Tirmehê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî xetereya qirkirin û dagirkerineke nû ya Osmanî re rû bi rû mabûn. Lê rêxistin, îrade û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê di çarçoveya parastina rewa de hemû planên hêzên dagirker pûç kirin. Di heman demê de birêxistinbûna gel a li hemberî êrîşên muhteml bi hêztir kir.

Beriya şerên Serêkaniyê û Şêxmeqsûdê yên li dijî komên terorîst û çeteyên Tirkiyê

Gelê Rojava –Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li gorî rêgeza parastina rewa bi rêxistin kir. Ji destpêka sala 2004'an de anku dema asta faşîzm û nîjadperestiya rejîma Baas a li dijî gelê Kurd gihîşt lûtkeyê, di 12'ê Adara 2004'an de Serhildana Qamişlo ya li hemberî hewldanên komkujiyê rabûn. Gelê Kurd di wê zanebûnê de bû ku heger bê deng bimînin, wê demê dê di aliyê fîzîkî, çand û civakî de ji aliyê pergala serwer ve were tunekirin.

Li ser vî esasê yekîneyên biçûk ên keç û xortên Kurd hatin avakirin. Ev yekîne erka birêxistinkirin, perwerdekirin û birêxistinkirina civakî, her wiha parastina nirxên wê girt ser xwe, di heman demê de zemîna destpêkirina şoreşa azadiyê danî.

Di şoreşa Sûriyê de rola gelê Kurd sereke bû. Bi pêşengiya gelê Kurd hemû pêkhateyên herêmê tev li şoreşa ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê bûn.

Kurd û hemû pêkhateyên Rojava – Bakurê Sûriyê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê şoreş ragihandin. Piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe wek parêzvanê nirxên şoreş û civakê îlan kir. Li pey wê jî komîteyên parastinê hatin avakirin ku herêm ji xetereyên derve hate parastin.

Gel xwe bi rêxistin kir, nirxên xwe yên madî û manewî parastin

Bi ragihandina pergala Rêveberiya Xweser li herêmên Rojava re komîteyên parastinê rola xwe di komîn, meclis û saziyên rêveberiyê de pêk dianî, ku wekî lingekî sereke yê parastina sîstema civakî ya nîştimanî ya pêkhateyên herêmê tê naskirin.

Pêkhateyên herêmê bi rihekî komînal di nava van komîteyan de sazûmaniya xwe ava kir û bi çekên sivik, wekî demançe, çifte û kalaşînkof herêm ji hewldanên dizî, gendelî û derbasbûna çeteyan parastin û hê jî diparêzin.

Îradeya li Serêkaniyê û Şêxmeqsûdê bi ser ket

Bi hêza rêxistina gel a parastinê û xwespartina li fikrê azad û demokratîk gelên herêmê li hemberî êrîşên herî hovane yên terorîstan ên di dawiya sala 2012 û destpêka 2013'an de li Serêkaniyê û taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk hatibûn sekinin û serkeftin qezenc kirin.

Zêdetirî 30 hezar çete 46 komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî herêma Serêkaniyê kirin. Çeteyan bi çekên giran, tank û panzêr ên girêdayî dewleta Tirk û hevalbendên wê êrîşî gelên herêmê kirin. Li hemberî ewqas hejmar û têknîka pêşketî pêkhateyên herêmê bi çekên sivik û cebilxaneyên hindik li ber xwe dan. Lê çeka herî bi hêz a gelên herêmê îrade, rêxistin û tektîka baş a li dijî dijmin bû. Gelên herêmê bi berxwedaniyeke dîrokî planên dagirkeran pûç kirin.

Di wê demê de hejmara şervanên YPG'ê li herêmê 300 şervan derbas nedikir. Li gel wê Komîteyên Parastinê yên komîn û meclisên gund û bajarokan roleke girîng di parastina jin, zarok û xitiyaran, her wiha parastina rê û deverên nêzîk eniyên şer de lîstin.

Ev rewş jî bo taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî derbasdar e. Taxa Şêxmeqsûd pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen di nav xwe de dihewîne, pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Şêniyên vê taxê jî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve komîteyên xwe yên parastinê ava kirin û ji desthildariya rejîmê û çeteyên mîna Cebhet El-Nusra û yên navê Artêşa Azad li xwe dikin re serî netewandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin mîna av û nan girîng e

Maf û destkeftiyên ku rejîma Sûriyê û çeteyên wê di pêvajoya şoreşê de ji destê gel derxistibû, niha bi awayekî gelêrî tên parastin. Ji ber ku xetere û gef hîna jî berdewam in. Lewre parastin ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna av û nan girîng e. Her wiha ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ol û netewe hene ku di bin sîstemeke parastinê de kom bûn û nirxên xwe yên madî û manewî diparêzin. Bêyî parastina qirkirina bedenî, çandî û civakî di her kêliyekî de mimkun e.

Encam

Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ne tenê di nav xwe de gelek tecrubeyên şoreş û serhildanên gelan ên cîhanê kom kirin, lê belê di aliyê fikr, rêxistin û îradeya gelan de şoreş û serhildanên cîhanê derbas kirin. 

Şoreşa Rojava tecrubeyeke demokratîk, pergalake civakî û parastineke hevgirtî bi destê gelan tê pêşkêşkirin. Ji birêxistinbûna gel a li gorî fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan a zemîna hevgirtina neteweyî û etnîkî danî heta siyaseteke demokratîk di projeya Rêveberiya Xweser a bêyî hilweşandina dewletê an guhertina wê bi desthilatdariyeke nû li ser gel. Ev tecrube pergaleke parastina cewherî ya rewa ji hemû pêkhateyên civakê ava dike û di nava 8 salên aloziyê de nirx û destkeftiyên xwe parastin û ji xetereyên derve û kiryarên terorîst ên muhtemel li ser herêmê diparêzin.

 (bb)

ANHA


Mijarên Din