Giringiya pembo ji bo herêmê

Ji ber gelek sedeman, îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina pembo kêm bûye. Tevî wê jî cotkar texmîn dikin ku hilberîna îsal li gorî salên borî baştir be. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser  hewl dide alîkariya cotkaran bike û girêdayî wergirtina hilberînê, bi kesên têkildar re civînan lidar bixe.

Çandinî yek ji bingehên sereke û girîngtirîn jêdarên quta şêniyên Sûriyê ye. Bi taybet jî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Ji girîngtirîn herêmên ku bi çandiniyê tê naskirin beravên Çemê Firatê ne.  Li herêmên mîna Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Reqa û Tebqayê di avdanê de bîr têne bikaranîn. Ev herêm ji Sûriyê re mîna pakêtên xwarinê ne. Pembo (Zêra Spî) yek ji girîngtirîn hilberînên çandinî û aborî ye. Tevî ku jêdara quta aborî ya girîng li herêmê bi giştî ye.

Di encama kêm destekê û tunebûna cihên ku hilberînê ji şênêyan bikirin, ji bilî bazirganên ku buhayan di sûkan de li gorî xwe keysbaz dikin, di salên borî de gelek zirar gihaşt hilberînê. Ji ber wê rûberên ku bi hilberîna pembo navdarin, qasî nîvî qels bûne.

Sala borî, sala ku herî zêde zirar gihişt hilberînê. Sedema vê jî nexweşiya bi navê kurmikê bahîvê bû. Di encama wê nexweşiyê de hilberîn bi rêjeya ji sedî 70 telef bû.

Komîteyên aborî û çandiyê yên Rêveberiya Xweser di du salên borî de hewl dan warê çandiniyê pêş bixin. Ji ber wê sotemenî peyda kirin û bi buhayên guncaw li cotkaran belav kirin. Her wiha tov û semad li wan belav kirin û hilberîn ji wan kirîn da ku cotkar nekevin bin rehma bazirganên herêmê.

Di sala borî de tevî derfetên kêm, rêveberiyên herêmê gelek girtek girtin da ku zirarên cotkaran sivîk bikin. Bi taybet jî di hilberîna pembo de. Reveberiyan, şîretên girêdayî bikaranîna dermanan dan cotkaran.

Miqdara hilberîna pembo piştî zirarên ku di encama nexweşiya kurmika bahîvê de, di navbera 0 heya 100 kg ji her donimekî re bû. Ev miqdar gelek kêm e û naghêje ji sedî 30 ji hilberîna rastîn a pembo ya di salên borî de. Ji her donimekî re, miqdara hiberînê di rewşa normal de di navbera 300 heya 600 kg de ye.

Ji bo ku cotkar nebin qurbana bazirganan, rêveberiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhaya kirîna pembo û navendên wergirtina ji cotkaran diyar kirin. Kirîna kîloya pembo bi 295 lîreyên Sûriyê diyar kir û 5 lîreyên Sûriye ji veguhestinê re ji bo ku zirarên cotkaran sivik bike, zêde kirin.

Di encama zirarên mewsima pembo ya sala 2018`an de tevî lêçûnên çandina wê mewsima îsal bi rêjeya zêdetirî ji sedî 50 paşde çûye.

Li gorî cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mewsima îsal baş tê hesibandin. Di mewsima îsal de nexweşî nîne. Her wiha çandina wê di piraniya herêman de di encama barîna baranê de dereng ma. Ji ber wê dema çinîna wê jî dereng ma.

Her sal di navîna meha Nîsanê de, pembo tê çandin û di navîna Îlonê de tê berhevkirin.

Hindek cotkarên ku li herêmên Reqa û Tebqayê dest bi çinînê kirine, texmîn dikin ku hilberîna îsal baş be. Dibêjin dibe ku ji her donimekî re zêdetirî 350 kg bê girtin. Ev jî dê hewcedariya cotkaran bîne cih.

Rêveberiya Xweser ji bo ku hilberîna pembo ya îsal ji cotkaran werbigire di civîna xwe ya dawîn a di 4`ê Îlonê de ji Desteya Aborî û Çandiyê re îzah kir ku navendên wergirtina hilberînê amade bike.

Deste niha hewl dide van navendan amade bike û civînan ji komîteyên têkildar yên rêveberiyên xweser û sivîl ên 7 re tevî serokên yekîtiyên cotkaran li dar dixe da ku tiştên girêdayî wergirtina hilberînê nîqaş bike.

Tê payîn ku roja Sêşemê civînek ji bo diyarkirina buhaya kirîna pembo û pilyên wê tevî miqdarên ku dê werin wergirtin li darkeve.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din