‘Giliyên Tirkiyê yên li dijî Kurdên Sûriyê, vala ne’

Li gorî analîza kovara Washington Examenar ku li ser zimanê nivîskar û berpirsê berê yê Pentagon Michael Rubin hatiye weşandin, got: “Plana DYE`yê ya alîkariya artêşa Tirkiyê ji bo derbasbûna herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê rêvebirin, fikrekî bi tirs e. Giliyên Tirkiyê yên li dijî Kurdan ne adil in û vala ne.”

Michael Rubin lêkolînerê di peymangeha American Enterprise de, got: “Herêmên Kurdan li Sûriyê herêmên herî istiqrar û ewle li welat in.”

Michael Rubin bi berdewamî got: “Hêzên Sûriyê Demokratîk bi tena xwe El-Qaîde têk birin û piştre rêxistina DAIŞ`ê, di demeke ku her duyan destek ji dewleta Tirk digirin. Derbasbûna Tirkiyê ya dawî li Sûriyê, hişt ku gelek Kurd koçber bibin.”

Her wiha endamê Meclisa Têkiliyên Derve Henry Parquet jî heman nêrîn got.

Henry Parquet dibêje: “Divê ked û qurbaniyên ku kurdan dane, wekî ku bikeve berjewendiyên giştî yên naveteweyî, lê were temaşe kirin. Kurdan yek ji xetertirîn komên şerker di serdema cîhana nû de sekinadin û têk biirin, lê berovajî vê yekê tirkan di vê çarçoveyê de tiştek nekir.”

Rubin anî ziman ku DYA, Tirkiyê û kurdên Sûriyê, di pêvajoya yekemîn a avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, beriya ku tewîz werin dayîn, divê rayedarên Amerîka bi awayekî baş li giliyên Tirkiyê yên li dijî Kurdan, binêre.

Giliyê Tirkiyê ew e ku hêzên kurdî li Sûriyê, herêmeke wekî cihekî ji bo êrîşkirina li ser Tirkiyê bi kar tîne, lê navenda agahiyên Rojava ku navenda lêkolînên Kurdên Sûriyê ye, der barê êrîşên kli ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê yên vê salê, dane dan.

Rubin da zanîn ku hemû êrîş ji Tirkiyê ber bi axa Sûriyê ve pêk hatine, her wiha di encama çekên giran û moşekên ku Tirkiyê avêtine de, 27 sivîl hatine kuştin, ji wan zarokek heye. Lê der barê êrîşa ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Tirkiyê, kujer ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk ve hate girtin.

Rubin di dawiya gotara xwe de, got: “Divê herêma ewle ne ji bo çavtirsandina kurdan be û divê Enqera vê herêmê ne ji bo giliyên xwe yên ne rast da ku împiraliya xwe pêk bîne, ku ev jî metirsiya herî mezin li ser herêmê ye.”

(kc)


Mijarên Din