Gerînendeya Veguhestinê ya  Reqayê dest bi qeydkirina erebeyan kir

Gerînendeya Veguhestinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi qeydkirin erebeyên giştî û yên taybet kir.

Li Reqayê bi aramanca birêxistinkirina erebeyan û pêşkêşkirina nimureyan, Gerînendeya Veguhestinê dest bi pêşkêşkirina ruxset, nimureyên erebeyên giştî û yên taybet li avahiya Trafîkê ya li aliyekî bakurê bajêr e, kir.

Tomarkirina wisa têkirin, destpêkê mulkiyeta xwediyê erebeyê bi rêya lênûska erebeyê yan jî bi rêye keşfa agahdariyê tê tekez kirin. Piştre belgeyên din ji xwediyê erebeyê û gerînendeya veguhestinê têne temamkirin. Her wiha bidawîbûna belêgeyan, Komîteya Şopandinê, erebeyan kontrol dike û piştrast dibe ku hejmara motora erebeyê li gorî belgeyan e.

Di vê çarçoveyê de, endamê rêveber ê Buroya Trafîkê ya li Reqayê Îsmaîl Ehmê got: "Armanc ji qedkirina erebeyan ew e ku parastina milkiyetên şêniyan û ewlehiya bajêr bên kirin." Ehmê wiha domand: "Me bi hevkariya Polîsên Trafîkê re, xwediyên erebeyên giştî û yên taybet li ser pêwîstiya qeydkirina erebeyan agahdar kirin."

Îsmaîl Ehmê diyar kir ku qebûlkirineke mezin ji hêla şêniyan a qeydkirina erebeyan de heye. Rojne 125 ereb piştî tekezkirina milkiyeta wê tên qeydkirin. Lê der heqê erebeyên Ewropî de baca gumrikê tê dayîn.

Dema bi dawîkirina qeydkirina erebeyan nehat diyarkirin, lê dê heta hemû erebe werin qeydkirin.

(fr)


Mijarên Din