Gerînendeya Tomarkirina Sivîl a Reqayê 50 hezar nasname dan

Gerînendeya Tomarkirina Sivîl (Nifûs) a Reqayê ji destpêka ji nû ve avabûnê heya niha, derdora 50 hezar nasname daye şêniyan. Piraniya kesên ku nasmane hildane jî koçberên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Gerînendeya Tomarkirina Sivîl piştî rizgarkirina bajarê Reqayê bi deh mehan di 1`ê Tebaxa 2018`an de ava bû. Gerînende girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye.

Armanc ji avakirina gerînendeyê ew bû ku pêwîstiyê kesên sivîl bi cih bîne. Nasnameyan malbatî, şexsî û nasnameyên kesên ji derveyî herêmê hatine derdixîne. Ji ber ku piraniya şêniyan belgeyên xwe yên şexsî ji ber şertên şer winda kirine.

Ji ber zêdebûna hejmara koçberan li Reqayê, gerînendeyê nasnameyên cuda ji koçberan re diyar kirin da ku bi hêsanî di nav herêmê de tevger bikin. Tevî ku sûd ji alîkariyan bigirin.

Gerînende ji 5 buroyan pêk tê; pênase, wafid, belgeyên niştecihbûnê, erşîf, radestkirina nasnameyan, hevserokatî û dîwan.

Li gorî berpirsan, gerînendeyê ji destpêka avabûnê ve 50 hezar nasnameyên şexsî yên danasînê, nasnameyên kesên ji derve hatine, nasnameyên malbatî û peymanên zewacê dane. Li gorî serjimariya fermî di 2019`an de tenê 25 hezar û 688 nasnameyên kesên biyanî, 2 hezar û 350 nasnameyên danasînê û 5 hezar û 200 nasnameyên malbatî hatine dayîn. 

Dema saxlemiya nasnameya kesên biyanî (kesên ku ne niştecihên wî bajarî ne) herî zêde mehek e. Piştre koçberên hatine herêmê carek din bi amadebûna kefîlên cuda û bi hejmarên cuda da ku neyin sextekirin nasnameyên nû çêdikin.

GIRTEKÊN PÊWÎST JI BO DAYINA NASNAMEYAN

Endamê rêveber ê beşa arşîvê ya girêdayî Gerînendeya Tomarkirina Sivîl Mihemed Nûr El-Şêx got: “Nasnameyên kesên biyanî li gorî daxwazenameyek fermî ku meclisa taxê ya ku ew kes tê de dimîne, mohr kiriye. Ji hêla Meclisa  Gel a têkildar ve hatiye mohrkirin, tevî hebûna du şahidan ku xwedî nifusên Reqayê ne tê dayîn.”

El-Şêx wiha bersîva pirsa girêdayî erka gerînendeyê da: "Erka sereke ya gerînendeyê, birêxistinkirina rewşên kesayetî li bajêr û gundewar e. Nasnameyên pênasekirin, tomarkirina zayînê yan jî miriyan û peymanên zewacê dide. Eger nasnameyek winda bû, divê ew kes li navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî belgeyên pêwîst gilî bike. Piştre ji gerînendeyê re pêşkêş bike heta ku nasnameyek bedîl werbigire. Ev tişt ji bo nasnameyên ku peritiye derbasdar e.”

Gerînende hewl dide alîkariya şêniyan bike. Ev gav piştî ku gelek şênî belgeyên xwe yên kesayetî di encama şer de winda kirine hat. Çeteyên DAIŞ`ê nasnameyên kesayetî û belgeyên bi sedan şêniyan desteser kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din