Gerînendetiya Turîzmê ya Tebqayê ji ber hilweşîna bircên Keleha Ceber hişyarî da

Ji ber paşguhkirina bi salan û bi taybetî di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê li herêmê de, Gerînendetiya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê li ser hilweşîna hin bircên kelaha Ceber a dîrokî ya nêzî bajarê Tebqayê li ser gola Firatê, hişyarî da.

Keleha Ceber li ser girekî ye ku bi 347 metreyan bi ser gola Firatê dikeve. Dirêjahiya kelehê ji bakur heta başûr 320 metre ye û ji rojhilat heta rojava 170 metre ye. Her wiha du sûrên bilind yekî hundirîn û yekî derve ku di navbera wan de tenê çend metre hene, dora kelehê digirin.

Ji ber barana zêde û rawestandina xebatên restorekirinê, hin parçeyên kelehê rûxiyan û "Bircê Xerîb" ziyan dît û niha tevî bircekî din ê çavdêriyê li ber hilweşînê ye. Berpirsên Komîteya Turîzmê û Şûnwaran a Tebqayê dibêjin heke bi lez ev birc neyê restorekirin, dê hilweşin.

Bircê Xerîb ji ber şêweyê ne ji rêzê yê lêkirina wî, bi vî navî hatiye binavkirin. Bingeha birc ji axê ye û parçeyên jor jî bi keviran hatiye çêkirin. Cihê azanê yê li lûtkeya kelehê jî roj bi roj xwar dibe û ew jî wekî parçeyên din ên kelehê li ber ketinê ye.

Beriya dagirkirina herêmê ji aliyê Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ`ê ve, rêxistina UNESCO’yê çavdêriya xebatên restorekirina keleha Ceber û cihên dîrokî yên din ên li bajarê Reqayê dikir. Lê belê piştî destpêkirina şerê Sûriyê û dagirkirina piraniya herêman ji aliyê çeteyan ve, xebatên restorekirinê rawestîn.

Her wiha ji ber erdê kelehê yê xerab, rewşên hewayê û rawestandina xebatên restorekirinê, di salên par de keleh veguherî nuqteyeke leşkerî ya çeteyên ku herêmê dagir kirine. Her wiha xebatên lêgerîna li şûnwaran pêk hatin û xebatên kolandinê yên li kelehê rewş xerabtir kir û hişt ku ziyan bigihîne axa kelehê û bircên kelehê ji hev bikevin. Ji ber wê yekê pirspor ji hilweşandina parçeyên kelehê bi fikar in.

Berpirsê Ninvîsgeha Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Zerdeşt Îsa wiha got: "Ji ber rawestandina xebatên restorekirinê ji aliyê şandeyên derve ve, gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin."

Îsa diyar kir ku ji zivistana 2018`an ve ji ber barîna zêde ya baranê, ziyan gihîşt kelehê û gelek parçeyên kelehê, bircên parastinê û sûran ji hev ketin. Îsa wiha berdewam kir: "Me lêkolîn li ser bircên kelehê yên ziyan gihaştiyê, kir. Em ê wekî destwerdana lezgîn li ser kar bikin, ji ber ku ev dem ji xebatên restorekirinê re ne guncew e. Xebatên restorekirinê her tim di demsala havînê de pêk tên, lê belê em neçar in niha bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û parçeyên kelehê ji hilweşînê biparêzin."

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Tebqayê Elî Elaya jî wiha got: "Ji dema rizgarkirina bajarê Tebqayê ve em hewl didin şûnwaran biparêzin, lê em nikarin tu guhertinan di parçeyên kelehê de çêbikin ji ber ku cihekî dîrokî ye û guhertinên tê de pêk bên dê nirxê wê yê dîrokî wenda bike û dê ji lîsteya cihên dîrokî bê derxistin."

Elaya bi domdarî got: "Li hemû cihên dîrokî yên Sûriyê binpêkirin pêk hatin. Hin cih ji ber paşguhkirinê hilweşîn, yek ji wan jî Keleha Ceberê. Wekî destwerdana lezgîn me gelek lêkolîn pêk anîn da ku kelehê biparêzin, ji ber ku kadroyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne pispor in û nikarin cihên dîrokî restore bikin."

Elî Elaya destnîşan kir ku di dema pêş de, dê projeyeke mezin ku hemû cihên dîrokî yên li parêzgeha Reqayê digire nava xwe hebe. Her wiha dê tîmên navneteweyî yên taybet bi parastin û restorekirina şûnwaran hebin û dê cihên dîrokî li seranserê herêmê restore bikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din