Gerînendetiya Tendirustiyê ya Hesekê daxwazên şêniyan dabîn dike

Gerînendetiya Tendirustiyê ya kantona Hesekeê navendeke tendirustiyê li bajarokê Til Bêder vekir.

Piştî daxwaza şêniyên bajarokê Til Bêder a girêdayî kantona Hesekê ya vekirina navendeke tendirustî li bajarok, Gerînendetiya Tendirustî ya kantonê îro navendek li bajarokê Til Bêder bi navê Şehîd Ehmed Cacan vekir.

Di vekirina navendê de, hevserokê kantona Hesekê Abdulxenî Oso, rêveberên navendên tendirustiyê li kantona Hesekê, endamên meclisên kantonê û bi dehan şêniyên bajarokê Til Bêder û gundewarên wê, amade bûn.

Di navendê de gelek beş hene; "dermanxane ku tê de hemû cureyên derman û bê pere heye, beşa jin, hundirîn, zarok, nebaşbûna xwarinê, tedawîkirina birînên sivik û rewşa lezgîn."

Navend dê xizmet û dermanan bê pere pêşkêşî şêniyên Til Bêder û 36 gundên girêdayî wê bike. Her wiha jî dê navend ji saet 8 sibehê heta 2 piştî nîvro xizmetî şêniyan bike û çavdêriya navendê dê ji hêla bijîşk, dermanfiroş û 4 hemşîreyan ve pêk were.

Rêveberê Komîteya Tendirustiyê ya kantona Hesekê bijîşk Abdulbarî Ehmed got: "Kadroyên bijîşkî yên li navendê dê xizmetî şêniyên Til Bêder û gundewarên wê bike û ji kadroyan hêvî dikin ku li gor wê berpisriyariyê bin."

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Meclisa kantona Hesekê Abdulxenî Oso wiha got: "Şêniyên herêmê ji dest hovtiya çeteyên DAIŞ’ê di gelek azar û ziraran re derbas bûn. Lê belê piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji hêla erdnîgarî ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên xizmetguzariyê û tendirustiyê aktîv û ava dike, ku xizmeta şêniyan bike."

Di dawiya merasîmê de xweşka şehîd Ehmed Cacan Wedha Cacan deriyê navendê hat vekirin û beşdar li navendê geriyan.

Şehîd Ehmed Cacan li Baxozê ya berîka dawîn a çeteyên DAIŞ’ê şehîd bûbû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din