Gerînendetiya Şûnwaran banga rawestandina sûcên dewleta Tirk û çeteyan ên li Efrînê kir

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir daxuyand ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şûnwarên li kantona Efrînê berdewam in û bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsîna sûcdaran bikin.

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemdî Nasir bang li aliyên pêwendîdar kir ku parastina şûnwaran bikin, bi taybet rêxistina UNESCO’yê kir ku dest tê werde û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şûnwaran bisekinîne.

Hemîd Nasir wiha got: "Rêzesûcên li Efrînê li dijî şûnwaran ji wêrankirin û dizînê pêk tên, ne veşartî ne, her wiha dîmeneke dawî ku kete ber destê me ku ji malpera Nebî Horî girt, tê de treks û alavên giran vekolîna li ser şûnwaran dikin. Lê belê ev jî li gorî peyman û qanûnên navneteweyî yên girêdayî şûnwaran qedexe ye."

Hemîd Nasir diyar kir ku sûcên li dijî şûnwaran li ser gelek merheleyan pêk hatin û wiha domand: "Girê Endara yê li navçeya Şêrawa pirî caran hat vekolandin û derbekirin, ya yekemîn bombebarankirina balafiran bû, piştre bi rêya alavên giran vekolîna şûnwaran hat kirin, merheleya sêyemîn jî çeteyan gir vegerand cihê standina perwerdeyên leşkerî."

Nasir destnîşan kir ku hedef ji van sûcan, qirkirina şaristaniya herêm û dîroka wê ye û wiha got: "Me wek Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê gelek dîmen û wêne tomar kirin, tenê îsal 20 gir û cihên dîrokî hatin wêrankirin."

Nasir bang li aliyên pêwendîdar kir ku dest di van sûcan werdin û lêpirsa sûcdaran bikin û wiha pê de çû: "Bang li aliyên ku Peymana Laheyê ya 1954’an îmze kiriye, bi taybet rêxistina UNESCO’yê dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên der barê mal û milkên çandî û dîrokî de rawestîne û komîteyeke taybet a lêpirsîna rastiyên sûcên li dijî şûnwarên li kantona Efrînê pêk tên, ava bikin."

Hemîd Nasir têkildarî sûcên ku di vê mehê de pêk hatine, wiha got: "Di vê mehê de 3 cih hatin wêrankirin, ew jî Nebî Horî, Girê Ziravkê yê li navçeya Şera û girê Birc Abdalo yê li navçeya Şêrawa ne. Her wiha ji dema dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, nêzî 70 gir û cihên dîrokî hatin wêrankirin. Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku  dewleta Tirk li ser sûcên wê lêpirsîn bikin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din