Gerînendetiya Kehrebeyê sedema qutbûna kehrebeyê li Tebqayê diyar kir

Di demên dawîn de li bajarê Tebqayê û bejahiya wê, nexasim di seatên êvarê de kehrebe tune ye. Rêveberên Gerînendetiya Kehrebeyê diyar kir ku ji ber zexta li ser trans û toran kehrebe qut dibe.

Gerendetiya Kehrebeyê avahiyên hilberînê yên bendava Firatê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de bi temamî hatibûn rûxandin, sererast kirin. Lê hêj pirsgirêka kehrebeyê nehatiye çareserkirin û zehmetiya vê yekê tê dîtin, nexasim demsala zivistanê ji ber zext li ser trans û torên kehrebeyê çêdibe.

Di vê derbarê de hevserokê Gerînendetiya Kehrebeyê şaxê Tebqayê Newres Casim diyar kir ku ji ber alav û kadroyên kar kêm in, pirsgirêk mezintir bû, hem barhilgir kêm e û hem jî rûbera bajar û bejahiyê wê berfireh e.

Newres Casim destnîşan kir ku kehrebe ji beriya 4 mehan ve qut e û der barê sedema vê pirsgirêkê de ev tişt got: "Şêniyan tevî ku sotemenî ji bo germkirinê standine, lê zêdetir alavên kehrebeyê bi kar tînin, ev yekê zextê li trans û torên kehrebeyê çêdike. Şênî ne li gorî sîstema 10 amperan tev digerin, lewma barê transan giran dibe. Dîsa jî bi awayekî nerewa kehrebeyê dibin. Li gel vê yekê zexteke mezin li ser transên li stasyona belavkirinê ya li bendava Firatê heye, ji ber wê rêveberiya Bendavê û Gerînendetiya Kehrebeyê neçar dimîne ku carê trans vemirîne da ku bi temamî neşewite."

Casim Newres bal kişand ser projeya "Ronîkirina Tebqayê" ku ji beriya salekê ve ji aliyê Gerînendetiya Kehrebeyê ya Tebqayê ve bi hevkariya hin rêxistinan hatiye destpêkirin û diyar kir ku derdora 30 transan li ser 3 qonaxan hatine danîn, lê hejmara transên pêwîstiya bajarê Tebqayê pê heye, 80 ye.

Der barê plansaziya pêşerojê de Newres got ji kesên kehrebeyê dixwazin dê serjimariyekê tekuz çêbibe, da ku gerînede rê li pêşiya diziyê bigire û heke şênî ne li gorî sîstema10 ampêrên kişandine tevbigerin, dê hesab ji wan were xwestin. Casim da zanîn ku heta niha 25 hezar kesî kehrebeyê dixwazin, li gel vê yekê bêhtirî hezar kesên di jî hene.

Di dawiya de Casim Newres anî ziman ku pêwîstiya gerînendeyê bi transê 20 mega heye, da ku pirsgirka kehrebeyê bi dawî bike.  

Hêjayî gotinê ye ku piştî Gerînendetiya Kehrebeyê rapora herêma Tebqayê pêşkêşî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk kir, bacên 3 mehên dawîn ên sala 2018`an û 3 mehên dawîn ên 2019`an ji şêniyan nestand.

(eh)

ANHA


Mijarên Din