Gerînendetiya Avê dest bi projeya alternatîfa stasyona Elokê kir

Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê diyar kir ku projeya Heme alternatîfa stasyona Elokê ye û dê piştî 29 rojan bi gurbûna 13 metrekabik di saetekê de, bikeve xizmetê.

Dewleta Tirk a dagirker sûc û binpêkirinên xwe didomîne. Di 21’ê vê Adarê de karker ji stasyona Elokê derxistin û ji nû ve av li ser kantona Hesekê ku bi hezaran koçberên ji herêmên Serêkaniyê û gundewarên nêzî wê tê de hene, qut kir.

Piştî dagirkirina Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ av li ser bajarê Hesekê bi dema 2 mehan qut kir. Lê belê piştî destwerdana Rûsyayê careke din werşeyên sererastkirinê derbasî stasyonê bûn û av vegerî bajêr.

Di 24’ê Sibata borî de, dewleta Tirk û çeteyên wê karker careke din ji stasyonê derxistin, lê belê piştî hefteyekê û gelek hevdîtinên di navbera Rûsya û dagirkeriyê de dîsa stasyon kete xebatê.

Têkildarî mijarê hevseroka Gerînendetiya Avê Sozdar Ehmed di demeke berê de ji ANHA’yê re gotibû ku li ser planeke alternatîf a kişandina avê ber bi bajarê Hesekê ve dixebitin.

Der barê vê planê de, Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê civîneke çapemeniyê li stasyona Heme li ser destpêkirina projeya Heme ya alternatîfa stasyona Elokê ya li rojhilatê Serêkaniyê ku artêşa Tirk û çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê dagir kiriye, li dar xist.

Di civînê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso wiha got: "Ji zêdetirî 4 mehan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê û gundewarên wê dagir kirine, bi wê re jî tevahî xizmetguzarî jê jî stasyona Elokê ku cara sêyemîn ji dema dagirkirinê ve tê sikinandin, rawestîne. Stasyona Elokê, stasyoneke li gorî bejarê Hesekê ya stratejîk e."

Oso wiha berdewam kir: "Her carê bi hincetên cuda avê qut dikin, jê jî kehrebe qut e yan jî bîr xerab bûye...hwd, lê rêbazên ku dewleta Tirk pêk tîne dûrî mirovahî û exlqaê ne, piranî alî der barê mijara avê de dest werdan."

Abdulxenî Oso di dirêjahiya gotinên xwe wiha anî ziman: "Em dibêjin, tiştan di bin fişar û neçariyê de qebûl nakin, em amade li hember tevahî astengiyên ku dewleta Tirk li dijî gel ferz dike bisekinin û dê pêdiviyên gel li gorî derfeteyên heyî pêk bînin."

Abdulxenî Oso wiha gotinên xwe bi dawî kirin: " Bang li tevahî rêxistinên navdewletî û mirovî dikin ku fişarê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin ku ji nû ve avê berdin."

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed jî wiha axivî: "Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê stasyona Elokê cara sêyemîn dagir kir, me gelek bîrên avê li herêmên cuda yên Hesekê kolandin, lê li dawiyê li gorî qanûnên navdewletî cihek ji bo ava vexwarinê hat dîtin."

Sozdar wiha domand: "Dê cihê diyarkirî li herêma Heme be, hejmara bîrên tê de 50’î ye, her bîrek avê bi gurbûna 13 m3 di her saetekê dide anku bi giştî 600 m3 av dide. Îro dest bi projeyê bû û dema pêkanîna wê 29 roj e, dê ev bîr ji bo dayîna avê amade bin."

Sozdar Ehmed wiha bi dawî kir: "Ev bîr ne li gorî asta stasyona Elokê ne, ji lew re hewl didin gelekên cihên dîtir bibînin da ku bikolin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din