Gerîlayan li Xakurkê û Çelê li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Xakurkê û Çelê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên li Xakurkê û Çelê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxist. Di vê çarçoveyê de;

Bi xurtî li çeper û baregehan hate xistin

"Roja 8’ê Tebaxê saet 09:50’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Xereqol a navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

Heman rojê hêzên me saet 13:00’an li dijî yekîneya operasyonê li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiyê de jî bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndara nehate tespîtkirin.

Li Geverê du gerîla şehîd bûn

Di daxuyaniya xwe ya 2’ê Tebaxê de me ragihandibû ku roja 28’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Dêzê ya navçeya Gever a Colemêrgê operasyon dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di şer û bombebaranê de hevreyên me Brûsk û Karker heta dawiya fîşeka xwe bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameya hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Brûsk Serhat

Nav û Paşnav: Omer Davût Orak

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik - Bav: Mevlude – Mehmet Safî

Dem û Cihê Şehadetê: 28’ê Tîrmeha 2019’an / Gever

******

Nasnav: Karker Botan

Nav û Paşnav: Welat Çetîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Rabîa – Halîl

Dem û Cihê Şehadetê: 28’ê Tîrmeha 2019’an / Gever

Hevrêyê me Brûsk sala 1997’an li Mûşê di malbateke welaptarêz de hate dinê. Hevrê Brûsk ku her roj rastiya dijmin dît û rû bi rû ma, zilma dagirkeran a li dijî gelê Kurd qebûl nekir û sala 2014’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Brûsk ji roja destpêkê ya beşdarbûnê re bi sonda girêdanbûnê re canê xwe bexşandiye ji Rêbertî, gel û şehîdan re. Li kijan qadê dibe bila bibe, erkên biçûk û mezin di heman astê û berpisyariyek mezin bidawî kiriye. Hevrê Brûsk ku di nava hevalên xwe de bi fedakarî, paqij û rastbûnê dihate naskirin li her qada lê mayî bi mîsyona pêşengtiyê rol girtiye. Hevrê Brûsk bi danehev û zanîna dîrokî re li dijî dijmin li çiyayên Kurdistanê bi leengî şer kir bû nûnerê ked û girêdanbûnê.

Hevrê Karker sala 1997’an li Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê Karker bi zanîna welatparêzî û çanda ku ji malbatê qezenç kirî mezin bû, di nava sîstema qirêj de rastiya  mezinkirina van hestan tenê bi têkoşîneke bi rûmet re pêk were dît. Li ser vî bingehî sala 2015’an ku di demekê de êrîşên li ser gelê Kurd û gerîla zêde bûbû beşdarî nava refên gerÎla bû. Hevrê Karker bi perwerdeya li çiya dîtî xwe weke gerîlayekî bi bandor pêşxist, bi tecrûbeya di şer de girtî bû yek ji hevrêyên me ku li gelek cihan bersivên bandor daye dijmin. Hevrê Karker ku têkoşîna xwe ya li dijî dijmin tu caran nedaye sekinandin, 24 saetan gerîlatî nexşî bedena xwe kir. Hevrê Karker bi rûkeniya xwe, sekna mutevazî di ruhê hevrêyên xwe de ciheke girîng girt, heta kêliya şehîd bikeve yek ji hevrêyên me ku li ser xeta şehîdan meşiyaye.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Brusk û Karker, di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya ku şehîdan dane me, em ê bigihînin serfiraziyê.

BALAFIRÊN ŞER Û HELÎKOPTER CÛDÎ BOMBE KIRIN

Roja 6’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopter û balafirên şer qada Hesena ya herêma Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bombeberan kir. Agahiyên zelal ku têkildarî vê bombebaranê dema diyar bûn em ê bi raya giştî re parve bikin.


Mijarên Din