Gerîlayan li Colemêrg û Şirnexê çalakî li dijî hêzên dagirker lidaer xistin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Gever a Colemêrg û navçeya Qileban a Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist. HPG’ê got li Geverê leşkerek hate kuştin, hejmara kuştî û birîndarên li Şirnexê nehate zanîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 8’ê Tebaxê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li ser Girê Sîser ê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Roja 2’ê Tebaxê saet 08:00’an hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.”


Mijarên Din