​​​​​​​Gerîla TV dîmenên çalakiya YJA Starê ya li Xakurkê weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya YJA Starê ya 22'yê Gulanê ya li Girê Lelîkanê ya li herêma Xakurkê weşand. Di çalakiyê de 4 leşker hatibûn kuştin.

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîlayan a 22'yê Gulanê ya li herêma Xakurkê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû.

"22`yê Gulanê saet di 18:10'an de hêzên me yên YJA Starê li Girê Lêlîkanê yê herêma Xakurkê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, çeper bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin."

http://gerilatv.com/uploads/videos/756e69f46_720.mp4


Mijarên Din