Gerîla li leşkerên ku xwestin li Şeşdarê bi cih bibin dan

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên ku xwestin li herêma Şeşdarê ya Heftanînê bicih bibin, çalakî kirin. Hate ragihandin ku di şerê qewimiye de kuştî û birîndarên leşkeran hene.

Li gorî ANF`ê artêşa Tirk a dagirker xwest saet di navbera 12:00-13:00’an de li qontara devera Şeşdarê ya Heftanînê leşkeran deyne.

Gerîla têgihiştin tevgera dagirkeriyê di encamê de şer qewimî.

Gerîlayên HPG/YJA Star derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan û hate ragihandin ku kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker gelek in.

Şer dewam dike.


Mijarên Din