Geracek li taxa Hezawinê ya Minbicê hat vekirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bi boneya salvgera 3‘yemîn a rizgarkirina Minbicê geraceke basan li taxa Hezwanê vekir.

Di berdewama projeyên ku Şaredariya Gel a bajarê Minbicê û gundewarê wê îro bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê geraca bolman nû li bajarê Minbicê vekir, ew yek bi armanca kêmkirina qerbelixa li navenda bajêr e.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbic û gundewarê wê hevserokê meclisa rêveber a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo axivî û wiha got: "Ev 3 sale bajarê Minbicê hatiye rizgarkirin, meclisa sivîl û paşê hemû meclis hatin avakirin, ev meclis kar û xebat kirin da ku xizmetguzeriya bajêr bikin." Şêxo spasiya Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê kir.

Berpirsê buroya pîşeyî di Şaredariya Gel endezyar Ehmed Şêxo berpirsê projeya geraca bolman axivî û wiha got: "Ev proje ji cureya yekemîn e li bajarê Minbicê ye, berê geracên ji bo çûyîna bolmanan tine bû."

Şêxo teqez kir ku armanca vekirina geracê kêmkirina qerbelixa li navenda bajêr e, ku bolman ji qada giştî li bajarê Minbicê birê diketin û qerbelix li navenda bajêr çêdikir, kolanên derdora qadê teng e û bolmanan qerbelix çêdikir."

Şêxo destnîşan kir ku rêyeke taybet ji bo geraca bolman hate vekirin û veguhestina hundirîn ji hemû bajêr heta geracê re hate peydakirin: "Rêyeke taybet ji bo geracê hate vekirin, di navbera gerac û rêya giştî de ye hemû pêdiviyên geracê hatin peydakirin, her wiha xeteke veguhestina hundirîn di navbera geracê û hemû taxên bajêr hatin diyar kirin."

Di dawiya merasîma vekirinê de, hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê û gundewarê Qasim El-Ebûd spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbic û gundewarê wê û hemû kesên di projeyê de xebat kirin, kir.

ANHA


Mijarên Din