Gelo Tirkiye Deryaya Spî ji dest dide û hebûna wê qels dibe?

Şoreşên gelan, çi li cîhana Ereban be çi jî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, her wiha hişyariyên Ewropayê yên li dijî dewleta Tirk planên Erdogan ên bi armanca vejandina desthilata Osmanî qels kirin.

Hindek mabû ku Erdogan li dewletên Ereban û Afrîkayê xwe wek xelîfeyê misilmanan ragihîne. Bi taybet piştî ku Mihemed Mursî gihaşt desthilata Misrê û Koma El-Xenûşî li Tunisê gihaşt desthilatê, her wiha piştî ku Îxwan Muslimîn li Sûriyê û Iraqê careke din bi desteka serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan geş bû, dîsa ev rewş ji bo li Lîbya û Sûdanê derbasdar e.

Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek hevalbendên ên li dijî planên Osmanî di cîhana erebî de bi taybet li bakurê Afrîkayê rolek di zîfkirina Erdogan de lîst û hişt ku careke din li hesabên xwe yên şaş vegere.

Kurdan planên Osmaniyan zû eşkere kirin, pûç kirin û siyaseta Tirkiyê ya derve tazî kirin

Osmaniya nû anku hikumeta AKP`ê ji roja ku gihîşt ser desthilata dewleta Tirk bê navber û bi baldariyeke mezin hewl dide Mîsaqî Millî zindî bike ku serweriya xwe li herêma di navbera goşeya rojava ya Helebê de heya goşeya rojhilatê Kerkûk û Mûsilê ferz bike û nuqteyên stratejîk li Deryaya Spî kontrol bike. Ji bo ku karibe vê yekê pêk bîne, di destpêkê de ji desthilata xwe zemînek wekî ku navenda kom û rêxistinên siyasî û çekdarî tundraw ava kir, mîna Îxwan Muslimîn, Yekitiya Misilmanên Afrîkayê û komên ku têkiliyên wan bi El-Qaîdeyê re hene. 

Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta Tirkiye û Qeterê zeîf kir û li ser erdê westand. Bi taybet li Sûriyê veguherî navenda siyasetên wan ên firehkirinê.

Ew berxwedana siyasî û lihevkirinên navdewletî yên ku têne naskirin, hevsengî guhertin û siyaseta AKP`ê di desteka terorê, komên siyasî û leşkerî yên radîkal de rût kirin.

Ew berxwedana ku ji Kobanê dest pê kiriye û hîna li dijî komîn çete yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin berdewam e, di tazîkirina rastiya çavbirçîtiya Osmaniyan de bi ser ketin û heta asteke dûr li Sûriyê têk birin. Mirov dikare vê berxwedanê wek destpêka şiyarbûna Rojhilata Navîn li hember planên avakirina Osmaniya nû ya li ser hesabên gelan, bi nav bike.

Li ser asta rojavayî, Yekitiya Ewropayê dest bi nîqaşkirina dosyayên girava Qibrisê, giravên Yewnanistanê û mudaxeleyên Tirkiyê di Bulxaristanê de kir. Her wiha yekitiyê zext ji bo herêmên ku Tirkiyê dagir kirine û destwredanên wê yên li deryayan zext û ceza li Tirkiyê kirine.

Her wiha Yekitiya Ewropayê gelek dosyayên siyasî û aborî yên hevpar bi Tirkiyê re rawestandin û têkildarî destekdayîna wê ya ji terorê re û neaktîfbûna wê ya di Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê de girtek girtin.

Dewletên rojavayî li dijî derbeyên komên tundraw ên ku bi desteka Tirkiye û Qeterê re gihîştin desthilata Misr û Lîbyayê, desteka siyasî dane Misr û Lîbyayê. Di heman demê de garantiya parastina beravên wê û sînorên wê yên deryayî ji bo vekolandina gazê ji gefên Tirkiyê dan.

Misrê di gelek eniyan û beravên herêmê de şîmaqek li rûyê Tirkiyê xist

Tenê çend meh bûn, dema serokkomarê Tirkiyê  Recep Tayyîp Erdogan serdana serokkomarê Misrê yê wê demê Mursî tevî şandeyeke mezin ji hikumetê û saziyan kir û wêneyên wî li dirêjahiya rêyên paytextê hatin daliqandin û bi merasîmeke girseyî ji hêla hikumeta Mursî û alîgirên wê ve hate pêşwazîkirin. Wan jî Erdogan mîna lehengekî pêşwaz kir. Erdogan wê demê di axaftina xwe de got: "Tirkiye û Misr hevkar in."

Lê her tişt piştî bidawîbûna serdanê bi çend mehan guherî. Gelê Misrê Mursî ji desthilatê derxist û girt. Piştî wê El-Sîsî gihaşt desthilata Misrê. Hikumeta El-Sîsî ji bilî Tirkiyê li ser qada navdewletî pê hate îtîrafkirin. Tirkiyê El-Sîsî wek `sîtemkar` hesiband. Lê piştre her tişt berovajî bû û timayên Tirkiyê yên nixumandî li Misrê yên ku beriya wê serhildanê bi dîqet hatibûn plankirin, eşkere bûn.

Destpêkê Misr û Tirkiyê planên girêdayî proveyên deryayî yên hevpar li rojhilatê Deryayê Spî yên ku hatibûn plankirin, betal kirin. Piştre di Mijdara 2013`an de Wezareta Derve ya Misrê balyozê Tirkiyê Huseyîn Avnî Botsali qewirand û jê xwest ku ji welêt derkeve.

Piştî wê di 2013`an de Misrê bi Qibrisê re li hev kir, ji bo ku sînorên deryayî di navbera her du welatan de xêz bikin da ku her welatek sûd ji jêderên xwezayî yên herêma aborî ya taybet bi her welatekî li Deryayê Spî bigirin. Ev lihevkirin li gorî qanûn û rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên 1982`yan pêk hat. Paşê di Mijdara 2014`an de li Misrê lûtkeya sêalî di navbera Misr, Yewnanistan û Qibrisê de li dar ket. Ji bo ku sînorên deryayî li rojhilatê Deryaya Spî xêz bikin û rêbaz û derfetên vekolandina gaza xwezayî li nêzî beravên Qibris û Misrê nîqaş bikin.

Tirkiye ji vê lihevkirinê aciz bû ji ber ku Tirkiyê dibîne ku mafê wê ji aliyên din bêtir di wê herêmê de heye û wê wek `Welatê dayîka şîn` û wek beşek ji sînorên Osmaniya nû dihesbîne. Her wiha sînorên xêzkirî red dike û tevî redkirina navdewletî plan dike ku li ser sînorên Qibrisê û giravên Yewnanistanê li gazê bigere.

Ji vê bingehê şer derket û gihaşt şerê bi wekaletê li Lîbyayê di navbera hikumeta fermî û milîsên tundraw ên  desteka siyasî, lojistîk û leşkerî ji Tirkiyê digirin.

Li Sûdanê hindek mabû Erdogan bi rêya lihevkirina xwe bi El-Beşîr re girêdayî girava Sewakên, wê veguherîne bargehek deryayî stratejîk li dijî Misr û Kendavê.  Lê El-Beşîr piştî serhildana gel ji desthilatê hate dûrxistin û Misr û dewletên erebî yên din desteka hikumeta nû kirin ji bo ku planên Tirkiyê di wê goşeya geoleşkerî û bazirganî de heya demeke ne diyar  taloq bikin.

Nêzîkatiyên Misr û Erebistana Siûdî tenê di vir de sînordar neman, lê belê koalîsyonek çêkirin da ku bi rêya derbeyekê li dijî Qeterê ku hevalbendê Tirkiyê ye û girankirina dorpêça li ser Qeterê di hemû aliyan de û qutkirina wê ji welatên erebî, zextê li Tirkiyê bikin. Ji ber desteka Qeterê ya bi Tirkiyê û komên çeteyên yên  li Sûriyê û Iraqê û gelek dewletên erebî yên din de û kiryarên wê yên derxistinaa aloziyê li van welatan bi dehan dewletên erebî piştgiriya vê koalîsyona li dijî Qeterê kirin.

Ev şer bi serkeftina eniya Misr, Kendavê tevî gelek dewletên Ereban, Afrîka û Ewropayê li ser erdê û Deryaya Spî bi ragihandina komxebata Rojhilata Navîn a gazê li Qahîreyê di Çileya 2019`an de tacîdar bûn. 7 dewletên bingehîn di nav de Îtalya, Yewnanistan, Îsraîl û Urdin tev li wê bûn.

Bi vê yekê Misr Tirkiyê ji rûberên fireh derxist ên ku Tirkiyê wek milkên xwe dihesibandin. Her wiha Misrê deriyê dagirkirina rûberên din li beravên dewletên cîran li ser deryayê yan jî bi rêya peymanan bi Îsraîl, Qibirs, Yunan, Lubnan, Urdin, Îtalya, Lîbya û Filstînê razimaniyê "Îstîsmarê" bike da ku rêyan ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve veke.

Yewnanistan û Qibris li hember Tikriyê ne

Dewleta Tirk nikarî jêderên enerjiyê ji gazê û petrolê li Deryaya Spî peyda bike. Ji ber vê yekê wekî beşeke ji palanên xwe yên stratejîk berê xwe da sînorên Yewnanistan û Qibrisê da ku vekolîndinan li wir bike. Bi vê yekê lihevkirina navneteweyî ya deryayan binpê kirin. Lewra alozî û gef di navbera Tirkiyê, Yewnanistan û Qibrisê de berdewam in. Li rex wê jî Yekitiya Ewropayê ceza li Tirkiyê ferz kirin ji ber ku peymanên girêdayî deryayan binpê kirine.

Qibris wek dewletekê tê hesibandin, paytexta wê Nîqosya ya ku ji aliyê navdewletî ve pê hatiye îtîrafkirin tê birêvebirin. Ruxmî ku Tirkiyê beşek jê dagir kiriye, hikumeteke serbixwe ava kiriye, desteka wê dike û birêve dibe. Lê dewletên cîhanê wê red dikin û wek dozek aloz ji Yekitiya Ewropayê re dihesbînin.

Piştî vedîtinên girîng ên gazê  yên nû di 2011`an de û piştre di 2018`an de li beravên Qibrisê,  êdî ew bû nuqteya herî girîng ji dewletên herêmî û cîhanî re da ku bi lez hevkariyê ava bikin û dîplomasiyê xurt bikin. Bi taybet Ewropa ji bo ku wê nuqteyê istismar bikin û xetên aborî wek xetek li hember gaza rûsî dirêj bikin. 

Di du salên dawîn de Qibrisê bi Misr û Îsraîlê re peymanek mohr kir ji bo ku sînorên herêmên  aborî xêz bikin. Her wiha bi Yewnanistan û Îsraîlê re peymanek mohr kir ji bo ku xeta gaza Qibrisî û îsraîlê piştre Misrî, filistînî ber bi Îtalya û Ewropayê ve li hember gaza rûsî dirêj bikin û rêya tirkî felc bikin û ji her lihevkirinek siyasî û aborî di derya de dûr bixin.

Bandora Tirkiyê ya siyasî û leşkerî li herêmê hildiweşe û qels dibe

Li gel nexşerêya siyasî û leşkerî ya Rojhilata Navîn yên deryayî û bejahî û piştî peyman û tevgerên herêmî û navdewletî yên ku behsa wê li jor hatine kirin diyar dibe ku Tirkiyê zaîf dibe û bandora wê ya siyasî û leşkerî li dewletên herêmê qels dibe.

Hewldanên Tirkiyê li Misr, Lîbya û Sûdanê yên deryayî û bejahî ji aliyên siyasî, leşkerî û aborî ve heta ber sînorê Enqereyê ve û qesra Erdogan paşde çûne. Tirkiyê li deryaya Yewnanistan, Qibris, Îsraîl, Urdun û Lubnanê siyaset û aboriya xwe winda kir. Li Sûriyê û Iraqî jî her tişt winda kir û tunekirina hebûna wê li ser tevahiya astan êdî bûye mijara demê.

AKP îro di nav aloziyeke rastîn de ye û bandor li hundirê Tirkiyê jî kir. Tirkiye di qonaxeke dîktatorî re di serdema nûjen de derbas dibe û dibe ku biteqe û desthilata AKP`ê bi dawî bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din