Ruxmî hewldanên Amerîka û Erebistana Siûdî yên ji bo sekinandina şerê li Sûdanê, şer hîna jî dewam dike û her du alî pabendî agirbesta ku di dan û standinên li Siûdiyê de li ser hatî lihevkirin, nabin.
Ev 5 hefte ne li paytexta Sûdan Xertûmê û herêma Darforê ya rojava şer nesekiniye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku pêdiviya 25 milyon kesî anku zêdetirî nîvê xelkê Sûdanê bi alîkariyê heye.
ŞERÊ WEKALETÊ
Li gorî pisporan, krîza Sûdanê parçeyekî şerê navneteweyî yê li ser Afrîka, bi taybet li ser Sûdanê ye. Nemaze ku her du aliyên şer girêdayî hêzên herêmî û navneteweyî yên cuda ne, ev jî dişibe şerê wekaletê.
Lêkolînera kar û barên Afrîkayê û cîgira serokê Navenda Iraq-Arîkayê ya lêkolînên stratejîk Ferîde El Bendarî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Ferîde anî ziman ku bûyerên li Sûdanê parçeyek ji şerê navneteweyî ye, bi taybet şerê Amerîka-Rûsya yê li ser dewlemendiyên Afrîkayê ye.
Ferîde ev nirxandin kir: "Ev pêşbirka li ser serweriyê û şerê Moskov-Washingtonê li seranserê Afrîkayê, bi taybet li Sûdanê ne nû ye. Şerê navxweyî yê li Sûdanê yê ji salên 80′î ve û heta dema ku başûrê Sûdanê veqetiya, her tim bû derfetek hevrikiyê ji bo her du aliyan. Di demekê de ku Amerîkayê qutbûna başûrê erênî pêşwazî kir, Rûsyayê ew yek red kir û li ser bandorên wê hişyarî da. Lê piştre bi lez Rûsya biryara Sûdanê ya qutbûnê qebûl kir."
Ferîde wiha axaftina xwe dewam kir: "Rûsya, li hember zextên Amerîkayê stargeh û hevalbendê leşkerî yê yekemîn ê rejîma El Beşîr bû. Nîv-lihevkirinek li ser avakirina baregeheke leşkerî ya deryayî ya Rûsyayê li Sûdanê hebû. Lê Washingtonê destwerdan kir, daxwaza îmzekirina lihevkirineke leşkerî û avakirina baregeheke Amerîkayê li Sûdanê kir. Lê ji ber bûyerên şoreşa Sûdanê ew yek pêk nehat.”
Ferîde destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma El Beşîr, Amerîkayê piştgirî da artêşa Sûdanê, cezayên aborî rakirin û navê Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserê “terorê” derxist û wiha pê de çû: “Li aliyê din têkiliyên Rûsyayê bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn û serokê wê Himêdtî re hebûn û serdanên wî ji Moskovê re çêdibûn.”
DEWLEMENDIYÊN SÛDANÊ
Li gorî Ferîde, Sûdan xwedî cihekî stratejîk e li ser Deryaya Sor, bender û dewlemendiyên xwezayî mîna bendera Port-Sudan û wiha got: “Axa Sûdanê ji bo çandiniyê baş e. Li gorî nirxandinên rêxistina FAW`ê mewsimeke çandiniyê li Sûdanê ya genim, sebze, fêkî û êm têra têrkirina 800 milyon kesî heta salekê dike. Lê belê ji ber şer û krîzên li Sûdanê tenê ji sedî 2`ê rûbera erdên çandiniyê tê çandin. Ev şer û krîza li Sûdanê parçeyekî şerê navneteweyî yê li ser Sûdanê û planeke navneteweyî ye ji bo ku Sûdan xêr û bêrên xwe bi kar neyne. Sûdan di aliyê hilberandina zêr de jî yek ji dewletên yekemîn e û salane di navber 95-100 ton zêr derdixe. Lê belê tenê 30 ton dikeve xezîneya giştî, yê mayî jî bi qaçaxî ji bo derve tê derbaskirin.”
AFRÎKYA Û WAGNER
Ferîde bal kişand ku Rûsya hewl dide bi rêya çeteyên Wanger serweriya xwe li dewletên Afrîkayê xurt bike û got: “Bi saya wan çeteyan Kremlînê carek din li parzemîna Afrîkayê rola xwe ya ewelhiyê vegerand. Lê ev nayê wateya ku Rsûya niha xwedî amûrên siyasî, leşkerî, aborî, dîplomatîk an jî amûrên hêzên nerm e yên ji bo pêşbirka yekser bi Washingtonê re pêwîst in.”
STRATEJIYA RÛSYAYÊ LI AFRÎKAYÊ
Lêkolîner Ferîde El Bendarî anî ziman ku Rûsya ji aliyê Afrîkayê ve tê qebûlkirin, ji ber ku hebûna wê wekî mêtîngerî nayê dîtin û got: “Hewldana Rûsyayê li Afrîkayê di çarçoveya hevrikiya di navbera hêzên mezin de ye. Moskov hewl dide serwerî, desthilat û hebûna rojavayî li Afrîkayê bê bandor bike û serweriyeke siyasî li aliyê başûrê Nîvgirava Erebî û berava Deryaya Sor qezenc bike. Ji wê zêdetir Rûsyay hewl dide derdora hebûna xwe li parzemîna Afrîkayê biparêze, gihîştina navendên piştgiriyê ji bo hêzên xwe yên deryayê û li hember serweriya Çînê bisekine.”
Ferîde têkildarî pirsa gelo dê Afrîkayê berdêla şerê di navbera Moskov û Washingtonê de bide, ev bersiv da: “Dê Afrîka berdêlê bi rêya dewlemendî, xak û gelên xwe bide. Dema şerê fîlan dest pê dike, li giha, darên biçûk napirsin. Wezîra Xezîneya Amerîkayê Janet Yellen jî li ser vê yekê daxuyanî dabû û gotibû ku wan cezayên dijî Rûsyayê bi hemû dewletên ku di gerên xwe yên li Afrîkayê de serdana wan kirine, nîqaş kiriye û bang li wan kiriye ku pabendî van cezayan bin.”
(fr/c)
ANHA