Gelo peyamên ji agir in an bazariya di bin zexta topbaranê de ye?

Bi vekişîna dewleta Tirk ji Idlibê re Rûsya êrişên xwe zêde kirin û bi dehan çeteyên Enqereyê kuştin. Ligel wê jî êrişên dewleta Tirk li ser Minbic û Eyn Îsayê zêde bûn. Ev tevahî pêşketin pirsan li ser vê paşxaneya girîng dide der; gelo ev peyamên di navbera her duyan de ji agir in an jî bazariyek di bin qerabalixa topbaranê de ye?

Di dosyaya Sûriyê de bi vekişîna dewleta Tirk ji mezintirîn nuqteya li bejahiyên Hemayê (Morik) re ji destpêka 18’ê vê mehê de, gelek pêşketin çêbûn. Ew nuqte û gelek nuqteyên dîtir ên dewleta Tirk di dawiya 2019’an de ketin bin dorpêça hêzên hikumeta Şamê.

Bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Eyn Îsa û Minbicê zêde kirin, her wiha QSD’ê jî ragihand bersiva gelek êrişên wê daye.

Dûvre balafirên Rûsyayê baregeha çeteyên Feyleq El-Şamê bi desteka dewleta Tirk û di nava Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de ne, bombebaran kir. Dewleta Tirk van çeteyan ji bo berjewendiyên xwe dişîne derveyî xaka Sûriyê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di wê bombebaranê de herî kêm 78 çete hatin kuştin û zêdetirî 90 çeteyî jî birîndar bûne.

Ev tevahî pêşketin, nakokiya rûsî-tirkî û destwerdana dewleta Tirk li Qerebax û Lîbyayê gelek pirsan der barê rêveçûna bûyerên li Sûriyê de radixe pêş.

 ‘MIXABINIYA HÊVIYA RÛSYAYÊ’

Têkildarî vê yekê, analîzvanê siyasî û Koordînatorê Kombûna Sûriyên Îlmanî (Laîk) yên Demokratî yên Siwêda Semîr Ezam wiha got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî vekişîna ji baregeha xwe ya li Morikê bi peymana rûsî-tirkî êrişî gundewarên Eyn Îsa û Minbicê dikin. Lê beriya salekê jî dewleta Tirk û DAIŞ’ê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Bi wê re jî Rûsya soz da ku hêzên hikumeta Şamê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û Rêveberiya Xweser û QSD’ê rake û herêmê vegerîne bin kontrola rejîmê."

Ezam wiha domand: "Ev peymana ku wê demê pêk hatiye, Rûsyayê texmîn kir ku Amerîka ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî bikişe, ji ber wê demê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku bikişe. Li aliyekî din jî Rûsya texmîn kir ku QSD lawaz bûye û nikare serweriya rejîmê li van herêman çi leşkerî dibe çi bi fişara leşkerî ya Tirkiyê dibe, qedexe bike."

Ezam da zanîn ku hêviya Rûsyayê şikest, ne biryara Trump a vekişîna Amerîkayê tam bi cih hat, ne jî QSD lawaz bû. Lê êrişên dewleta Tirk ên dawîn li ser gundewarên Eyn Îsa û Minbicê bi hedefa fişarkirina Rûsya li ser QSD’ê ye ku neçar bibe van her du bajaran radestî rejîmê bike. Lê plana rûsî-tirkî bi bersivdana QSD’ê ya êrişên tirkî-DAIŞ’î hatin binpêkirin.

 ‘BERSIVDAN Û ÊRIŞA RÛSÎ LI SER DERBASKIRINA ERDOGAN A SÎNORÊN LIHEVKIRINAN’

Der barê bombebarana rûsî li dijî çeteyên Feyleq El-Şam de Ezam wiha pê de çû: "Rûsyayê li ser berdewamkirina Erdogan a şandina terorîstên îslamî di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de bersiv bi bombebarankirina çeteyan da."

Ezam diyar kir ku Rûsya û dewleta Tirk li ser bikaranîna terorîstan li Sûriyê û Lîbyayê li hev kirine ku berjewendiyên wan ên taybet bimeşînin. Lê belê Rûsya qebûl nake terorîstên îslamî bigihîne gel wê. Ji ber hê jî şerê Çeçanan di mejiyê rûsan de ye. Ji ber wê derbeya leşkerî ya rûsî li dijî baregeha terorîstan li Cerablûsê peyameke Rûsyayê ya tund ji dewleta Tirk re ye ku ew terorîstan neşîne şerê Azerbaycan û Ermenistanê.

Li gorî Ezam, peyama Rûsyayê ya ji dewleta Tirk re ya wêrankirina cihê çeteyên li Cerablûsê û dayîna destûrê ji Ermenistanê re ku moşekên stratejik "Alexander" li dijî êrişa Azerbaycanê li Qerebaxê de bi kar bîne, piştrast dibe ku Rûsya bi israr e hebûna leşkerî ya tirkî-terorî li ser paşxaneya xwe ya şer, qedexe bike. Dewleta Tirk û çeteyên wê neçar bimînin ji Azerbaycanê bi paş de bikişin û dê hevkarî û koordînayê rûsî-tirkî li Sûriyê berdewam be. Ji ber berjewendiyên her du aliyan li Sûriyê heye û her du bêyî hev nikarin pêk bînin.

 ‘DI NAVBERA HER DU ALIYAN GELEK PEYMANÊN BIGUMAN LI SER HESABÊ XWÎNA SÛRIYAN HEYE’

Girêdayî ku di navbera Rûsya û dewleta Tirk de bazariyeke nû heye, nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Umer wiha got: "Di navbera Rûsya û dewleta Tirk de gelek peymanên biguman li ser hesabê xwîna sûriyan heye. Der barê vê de Rûsya tu lihevkirinên dîtir bi dewleta Tirk re bi paş de naxe. Da ku hedefên xwe pêk bîne, jê jî ferzkirina hikumetê ji alîgirên wê ji hundirê rejîmê bi xwe. Ew jî kesên nêzî opozîsyonê ne."

Têkildarî pêşeroja lihevkirinên rûsî-tirkî li Sûriyê Umer wiha domand: "Dê ev lihevkirin heta dûrxistina Beşar Esed ji ser desthilatê berdewam bin. Nîşaneya vê yekê jî êrişên Rûsyayê yên dawîn e. Ev jî diyar dibe ku planeke Rûsyayê heye ku Esed neçarî îstîfakirinê bike û yekî li gorî xwe çi ji hundir çi jî ji derve deyne ser desthilatê. Her wiha dê destpêkê kadroyên rejîmê, saziyên wê yên leşkerî û ewlehî bihêle. Lê tişta ku li pêşiya Rûsya dibe asteng, helwesta Îranê ya girêdayî Esed û piştevaniya mayînde jê re ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku nakokiyên rûsî-îranî ji yên rûsî-tirkî zêdetir in. Ew jî ji ber ku rejîma Îranê derbasî nava tevahî saziyên dewletê bûye. Bi wê re jî qedexe dibe ku Rûsya planên xwe di demeke guncaw de pêk bîne."

Umer wiha da zanîn: "Rûsya û dewleta Tirk li ser gelek mijaran li hev kom bûn û di Sûriyê de bi hev re bi nakok in. Jê jî nirxên Avrasya ya ku xwe dispêrê û kîna wê li dijî Ewropa û Amerîkayê ye. Her wiha şibandina rejîma hikumê ya her du welatan a ku dîktator wê bi rê ve dibin, dayîna saziyên dewletê ya bi hedefên şexsî ye. Ji lew re pêşeroja lihevkirina pêşdeçûn, kûrahî û berdewamî ye."

 ‘RÛDAN BER BI ITÎRAFKIRINA TIŞTA LI SER DIBE VE DIÇE’

Der barê pêşketinên li Idlib û Sûriyê de Semîr Ezam wiha pê de çû: "Rûdan di dawiyê de bi ber itîrafa bi tişta li ser erdê dibe, pêk tê."

Ezam destnîşan kir ku hevsengiyeke leşkerî di navbera aliyên binakok ên herêmê de heye, ew jî hêzên rejîm û hevalbendên wê, QSD’ê, komên îslamî û Yekîneyên Parastina Siwêdayê ya Xweser. Her wiha hebûna leşkerî ya Rûsya, Amerîka, Tirkiyê û Îranê jî heye.

Li pêş van tevahî rewşan ne pêkan e bê texmînkirin ku şerê leşkerî li Sûriyê raweste, çareyek ji aloziyê Sûriyê re were dîtin û Sûriyê yek be. Tenê projeya dewleta nenavendî (Komara Sûriyê ya nenavendî ya demokratîk) guncaw e.

Ji aliyekî xwe ve jî Hisên Umer wiha got: "Ez texmîn nakim ku guhartin li ser nexşeya niha ya li Idlibê çêbe. Ew jî tevî hewldanên Îranê ya rizgarkirina wê ji dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst û vegerandina parêzgeheke Îranê ye. Ew jî mîna çawa li hin herêmên Sûriyê yên dîtir bûye, fena bajarok û bajarên girêdayî parêzgehên Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên rejîmê de . Lê belê aliyê Rûsyayê li dijî plana Îranê ye û nahêle cebheyekê veke. Lê Îran û hêzên rejîm ne bi piştevaniya asîmanî ya Rûsyayê be nikare şerekî li wir bi rê ve bibe. Ji lew neçar e li bendê be."

Umer eşkere kir ku diyar e ku lihevkirinên nepenî yên Rûsya bi dewleta Tirk re hene. Ji lew re jê dixwaze ku xwestekên wê pêk bîne. Vekişîna ji hin nuqteyan beriya hefteyekê ji yek bendên wê lihevkirinan bû û dê Erdogan di çend rojên pêş de jî pêk bîne. Her wiha bombebarana Rûsya li hin komên terorîst ên nêzî dewleta Tirk û di bin çavdêriya wê de, nîşaneya ku dê bend pêk bên û dewleta Tirk dê bibe şirîkê Rûsyayê ku hedefên wê pêk tîne, weke çawa Rûsya jî hedefên Erdogan pêk tîne.

 ‘DÊ IDLIBÊ STRIYA KU TEVAN BIRÎN DIKE BIMÎNE’

Umer bilêv kir ku dê Idlibê striya ku tevan û dewleta Tirk jî birîn dike bimîne. Ji ber Erdogan nikare herêmên bi ser sînor ve bide. Ji lew re lihevkirina rûsî-tirkî dê bihêle komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk di hundirê herêmê de tev bigere û dewleta Tirk herêmên ku ji destdayî venegerîne.

Umer wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Pirsgirêka Idlibê mîna ya Efrîn û herêmên dîtir ên ku dewleta Tirk dagir kirine, bêyî lihevkirina giştî di navbera dewletên destwerdana wan li dosyaya Sûriyê heye de, çareser nabe."

(fr)

ANHA


Mijarên Din