Gelo konferansa Berlînê dê aloziya Lîbyayê çareser bike?

Konferansa Berlînê ya bi mijara aloziya Lîbyayê bi tevlêbûna 11 dewletan îro li dar dikeve. Li gel wê dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişên li ser artêşa nîştimanî ya Lîbyayê û şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve xebatên konferansê asteng bike.

Di demekê de ku li li paytexta Almanya Berlînê amadekariyên lidarxistina Konferansa Berlînê bi mijara Lîbyayê pêk tê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan êrişî fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter dike.

Çavdêr texmîn dikin ku daxuyaniyên Erdogan yek ji hewldanên Enqere ye ji bo cihekî çalak ji xwe re di vê konferansê de çêke. Lê gelek îhtîmal li pêşiya wê derdikevin; dibe ku Konferansa Berlînê aliyên Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Sîrac bigihîne lihevkirineke siyasî. Lê ev yek dê bandorekê li planên wê anku Tirkiyê bike.

Îro konferans li Berlînê bi tevlêbûna 11 dewletan; DYA, Brîtanya, Rûsya, Fransa, Çîn, Tirkiye, Îtalya, Îmarat, Misr, Cezayîr û Kongo tevî serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac û fermandarê giştî yê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter li dar dikeve.

Şîrovekarê siyasî yê misrî Ehmed Cuma der barê Konferansa Berlînê de dibêje: "Konferansa Berlînê armanc dike ku yekrêziya hêzên herêmî û navneteweyî yên ku mudaxeleya aloziya Lîbyayê dikin, ava bike da ku nêrîneke diyar ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê deynin û destekê bidin da ku gelê Lîbyayê li ser wê li hev bikin."

Cuma dibêje ku ew texmîn dike ku konferans dê nexşerêya aloziya Lîbyayê amade bike eger aliyên herêmî û navneteweyî li ser daxuyaniya dawîn a konferansê erê bikin. Gelek aliyên lîbyayî ji vê civînê hêvî dikin aloziya Lîbyayê bi awayekî siyasî çareser bibe.

Ehmed Cuma got: "Dê rola konferansê mezin be. Ji ber ku armanc dike ku rola her dewletekê ku dixwaze ji aliyên siyasî yan jî leşkerî ve mudaxeleya Lîbyayê bike, qels bike. Kongre wê rola Tirkiyê sînordar bike û rê li pêşiya mudaxeleyên leşkerî û siyasî yên di kar û barên hundirîn ên Lîbyayê de bigire. Her wiha qedexekirina çekan û dewletên çek û çekdarên çete derbasî Lîbyayê dikin, çavdêr bike."

Ajanseke nûçeyan a Almanyayê di demek berê de eşkere kiribû ku agahiya wê ji reşnivîsa daxuyaniya dawîn a konferansê heye. Li gorî ajansê belav kiriye, daxuyaniya konferansê 3 xet ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê datîne. Yek ji wan xetan leşkerî ye; di reşnivîsê de banga agirbesteke daîm tê kirin û tê gotin ku divê dewletên mudaxeleya nakokiya çekdarî nekin, atmosfera deryayî, asmanî û herêmî ji her hewldanekê re ku qedexeya wergirtina çekan binpê dike, were şopandin. Li gorî reşnivîsê bi lez komên çekdar ji hev werin xistin û endamên wê yên guncaw tev li saziya leşkerî werin kirin, her wiha avakirina komîteyeke ji 5 leşkeran ji aliyekê ve û piştre jî hêzên ewlekarî û leşkerî yekgirtî were avakirin.

Xeta siyasî; di reşnivîsê de pêşniyar heye ku komîteyek ji 14 endaman ji parlamentoyê, 14 ji meclisa bilind a dewletê û 14 endam ji hêzên din were avakirin.

Xeta aborî; rêzdarî ji yekitiya saziyên aborî ya serwer re were çêkirin, di serî de banka navendî, saziya nîştimanî ya petrolê, desteya îstismarê û dîwana jimariyê.

Girêdayî mijarê Cuma wiha diyar dike: "Di konferansê de dê komîteyek were avakirin. Ev komîte wê raporeke mehane girêdayî dewletên lihevkirina qedexeya biçekkirinê binpê dike yan jî dewletên çek û çeteyan dişînin, amade bike radestî şandeya navneteweyî were kirin. Bi taybet Tirkiye ya ku roleke neyînî di aloziya Lîbyayê de dilîze. Ev rol bandor li aloziyê dike û girêktir dike. Dixwaze ku modela li Sûriyê kopî bike ku gelê Lîbyayê wê qebûl nake." 

Têkildarî nêrîna Misrê ji rola konferansê re Cuma dibêje: "Misr dibîne ku konferansa Berlînê derfeta dawîn a çareserkirina aloziya Lîbyayê ye. Derfet jî peyda bûye heta ku rê li pêşiya mudaxeleya derve di kar û barên Lîbyayê yên hundirîn de were girtin û zirarên ku ji ber lihevkirina Sîrac-Erdogan digihîjin dewletan rawestînin. Misr jî ji konferansê hêvî dike aloziya Lîbyayê  bi giştî çareser bibe."

Cuma wiha domand: "Ji ber ku sînorên Misrê bi awayekî yekser bi Lîbyayê ve hene. Yê ku bandor li ewlehiya Lîbyayê dike bandor li ewlehiya Misrê dike. Lewra Misr baldar bû li ser asteke peyabilind tev li konferansê bibe. Serok Ebdulfetah El-Sîsî wê tev li çalakiyên konferansa Berlînê bibe û dê nêrîn û stratejiya welatê xwe ya li hemberî nêzîkatiyên wê ji aloziya Lîbyayê re pêşkêş bike."

Cuma texmîn dike ku dewletên tev li konferansê dibin hêvî dikin konferans bi ser bikeve. Ji ber ku ji bo yekrêziya dewletên ewropî yên ku di hundirê Lîbyayê de nakok in, derfetek e. Her wiha ji bo ku dewletên hewl didin mudaxeleya Lîbyayê bikin û rewşeke cuda biafirînin, bi taybet Tirkiyê dûr bixin.  

Girêdayî pêşeroja lihevkirina Erdogan-Serac Cuma wiha bi bîr xist: "Kongre behsa lihevkirina Erdogan-Serac nake. Lê belê wê biryarên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina derbaskirina çekan û çekdaran ji bo Lîbyayê re ku niha Tirkiye dike, bi bîr bixe û wê qala binpêkirinêin mafên mirovan û reforma aborî bike. Her wiha behsa bicihkirina lihevkirina agirbestê, avakirina mecliseke nû û çalakiya serokatiyê, avakirina hikumetekê bi erêkirina perlamantoya lîbyayî û çavdêrkirina prosesa qedexekirina biçekkirinê bike."

Cuma anî ziman ku kongre gavek girîng e, dewletên tev li konferansê dibin hêvî dikin konferans bi ser bikeve. Konferansa Berlînê bibe deriyê çareserkirina aloziya Lîbyayê.

Di bersivandina pirsa ‘eger konferans gavek li ser rêya navneteweyîkirina aloziya lîbyayê ye?’ Cuma got: "Ji gelek salan ve aloziya Lîbyayê hatiye navneteweyîkirin. Konferansa Berlînê ne destpêk e. Gelek konferans li dar ketin li Ebû Zebî, Palermo û Parisê. Hemûyan doza Lîbyayê navneteweyî kir."

Cuma wiha domand: "Mixabin civaka navneteweyî çaranûsa Lîbyayê û aloziya heyî hikum dike. Dewletên mezin li ser axa Lîbyayê pev dikevin. Ev jî bandorê li ewlehiya Lîbyayê dike û dihejîne. Ev tişt bandor li ewlehiya dewletên cîranên Lîbyayê dike çi yên ewropî yan jî erebî. Mîna Misr, Tunis û Cezayirê.”

‘KONFERANS XIZMETA ARMANCÊN TIRKIYÊ NAKE, LEWMA HEWL DIDE TÊK BIBE’

Ji aliyê xwe ve Tariq Fehmî doktorê zanistên siyasî li zanîngeha Qahîreyê jî got: "Xeta Berlînê xeta sereke ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê ye."

Fehmî destnîşan kir ku dibe gelek pirsgirêk di kongorê de derkevin, ev pirsgirêk ne girêdayî tunebûna nêrîneke siyasî giştî ye ji ber ku ji ber ku konferans dê nêrînek siyasî û nexşerrêyekê derxe da ku bi rewşa Lîbyayê re eleqedar bibe.

Li gorî Fehmî hêzên ku tev lê bûne, hewl didin bigihîjin xeta siyasî û nameyeke girîng girêdayî pêwîstiya vedîtina çareseriyekê ji aloziya Lîbyayê re ragihînin.

Fehmî got: "Ruxmî hewldanên hinek aliyan ji bo ku konferansê têk bibin, lê derfetên serkeftina konferansê ji derfetên binketina wê pirtir in."

Fehmî hişyarî da ku ji bo vedîtina xeta çareseriyê, pêwîstiya encamên konferansê bi vînek siyasî û lihevkirinan di navbera aliyên navneteweyî û herêmî de heye, yanî aliyên tev li prosesa siyasî nabin dûr bikevin. Yanî rêxistinên terorîst û hêzên tundrew tev li konferansê nabin her wiha divê lihevkirineke di navbera aliyên sereke de wekî Rûsya, Fransa, dewletên erebî, wekî Misr û Îmaratê hebe.

Fehmî bi domdarî got: "Serokkomarê Tirkiyê wê hewl bide hîmên xeta siyasî û çareseriya siyasî ya konferansê hilweşîne. Ji ber ku sûd ji rewşa heyî digire. Lê dibe ku xetek siyasî nû ji bo çareserkirina aloziya lîbyayê hebe, ew jî  bi rêya desteka şandeyê navneteweyî yê Lîbyayê Dr.Xesan Selame, pêkanîna destkeftiyên çareseriyê û vegerandina rolek çalak ji NY`î re."

Fehmî diyar kir ku kongrê di vê demê de gelekî girîng e û got: "Da ku hêzên terorê û tundrew ji rojavayê Lîbyayê dûr bixin û destkeftiyek siyasî hevgirtî û nexşerêyek ava bikin. Her wiha saziyên taybet bi dewleta Lîbyayê ava bikin. Rewabûna xetê teqez bikin. Ji ber ku rewabûna Lihevkirina Sixîrat a ku rewşa Lîbyayê ya niha afirandiye û hikumeta Wîfaq bi dawî bû. Lew ra tenê xeta Berlînê maye. Misr, Îmarat, Fransa û Almanya desteka vê xetê dikin. Lewra serkeftina xeta Berlînê bi lihevkirina van aliyan ve girêdayî ye. Bi taybet hinek alî hewl didin vê xetê bi bin bixin."

Fehmî destnîşan kir ku ji berjewendiya hêzên herêmî ye Tirkiyê bidin aliyekê û rola wê qels bikin. Her wiha planên wê di Lîbyayê de têk bibin. Fehmî îşaret pê kir ku ji daxuyaniyên Erdogan ên dawîn niyetên wî di têkbirina ewlehiyê de diyar dikin.

‘KONFERANS BÊYÎ VÎNEKE SÎYASÎ NIKARE DOZA LÎBYAYÊ ÇARESER BIKE’

Mamosteya zanistên siyasî Dr. Nuha Bekir jî got: "Konferansa Berlînê bêyî vîna siyasî di navbera tevahiya aliyên Lîbyayê de nikare doza Lîbyayê çareser bike. Heta bigihîjin çareseriyekê di nav xwe de bêçekbûn û avakirina artêşek yekgirtî dihewîne. Ji bilî wê dê mudexeleyên derve di Lîbyayê de bidomin. Alî wê li gorî berjewendiyên xwe kar bikin."

Nuha wiha domand: "Çendîn aştî û kedên avakirina dewletê dereng bimînin qada hilweşînê li xaka Lîbyayê fireh dibe û bibe stargeha terorê."

Di dawiyê de Nuha got: "Pirsgirêka bingehîn nakokiya hêzên hundirîn e. Misr ji bo lihevkomkirina aliyên Lîbyayê û perwerdekirina artêş û polîsên Lîbyayê ku ewlehiya welat biparêzin, kedeke mezin da lê komên cuda yên hundirê Lîbyayê çav lê vê yekê girtin û nebû bersiv."

(şx)

ANHA


Mijarên Din