Gelo Erdogan li xwe mikur hat ku pêşiyên wî komkujiya Sêfo pêk anîne?!

Erdogan di encama mikurhatinên xwe yên yekser û ne yekser di navbera hiş û zimanê xwe de winda bûye. Ayasofya veguherand mizgeftê, kesên ji komkujiyên Sêfo xilas bûne, bi `Bermahiyên Sêf’ bi nav kir. Di vir de pirsa xwe de dide pêş ew e ku heger AKP bi pêkanîna tu komkujiyekan li xwe mikur nayê, gelo jêdera gotina `Bermahiyên Sêf` çi ye?

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji ber mikurhatinên xwe yên yekser û ne yekser, êdî nizane li ser kijan lingî bireqse. Li aliyekê Ayasofya ya li Stenbolê veguherand mizgeftekî. Li aliyeke din jî neviyên kesên ku ji komkujiya Sêfo xilas bûne bi terorîstan tawan bar dike.”

Katedrala Ayasofya ji hêla împeratorê xiristiyan Justinian ve hate avakirin. Di 27`ê Kanûna 537`an de hate vekirin. Ev katedral, perestgeha herî mezin di cîhana xiristiyan de di dirêjahiya zêdetirî hezar salî de hate hesibandin.

Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan di 10`ê Tîrmeha 2020`an de ruxmî hişyariyên rayedarên Amerîka, Fransa, Rûsya û Yewnanistanê û dijîderketina oldarên dêran, lê biryar da ku Ayasofyayê veguherîne mizgeftê û di 24`ê Tîrmehê de tê de nimêja înê kir.

REXNEYÊN DERVE

Bertekên navdewletî li hember gava Erdogan a veguherandina Ayasofyayê zêde bûn.

Wezîra çandê ya Yewnanistanê Lina Mandoni di vî warî de got, biryara dewleta Tirk weke `Şantajek diyar ji cîhana pêşketî re` bi nav kir.

Cîgirê serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk û hevberpisê Yekitiya Suryan şaxê Hesekê Kabriel Chamoun ji ANHA`yê re got: “Erdogan bi biryara xwe hestên tevahiya xiristiyanan li Rojhilata Navîn û cîhanê şikand.”

DIVÊ NY SÛCÊN KU LI DIJÎ XIRISTIYANAN TÊNE KIRIN, RAWESTÎNE

Kabriel Chamoun veguherandina Ayasofyayê red kir û wiha axivî: “Fikrê olê tundrew ê Erdogan, pêkhateyên din ên li herêmê înkar û paşguh dike. Ev kiryar, fikrên Osmaniya ku gelek wêranî li herêmê çêkiriye, tîne bîra mirov. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya ol û netewan hemêz dike û azadiya bawerî û ol ji rêgezên wê yên bingehîn in.”

GEFÊN ERDOGAN, TÊN WATEYA VEGERA QIRKIRINÊN KOMÎ

Erdogan di civînek çapemeniyê de got: “Em nahêlin terorîstên bermahiyên Sêf li welatê me, bûyerên terorîstî pêk bînin. Hejmara wan kêm bûye, lê dîsa jî hene.”

Li gorî çavdêran, Erdogan bi vê gotinê armanc dike bêje derfet heye ku qirkirinên komî li dijî kêmnetewên ku ji bo  rûmet, azadî û wekheviyê têdikoşin, pêk werin. Her wiha ev gotin kîn û nefreta olî û nejadî gur dike û jiyana gelak mirovan dixe xeteriyê.

ERDOGAN WERÎSÊ OSMANIYAN E

Chamoun daxuyaniya Erdogan şermezar kir û got: “Gotina Erdogan di kesayeta xiristiyan, ermen, suryan û asûrên Rojhilata Navîn de, haqeret e. Erdogan werîsê Osmaniyan e û hewl dide împeratoriya Osmanî vegerîne.”

Di dawiya gotinên xwe de Kabriel Chamoun bang li dewletên cîhanê kir ku sûcên Erdogan ên li dijî xiristiyanên li Rojhilata Navîn û tevahiya gelên herêmê yên ku hewl didin mafên xwe li ser axa xwe ya dîrokî bi dest bixin, rawestînin û got: “Divê dewletên cîhanê alîkariya van gelan bikin da ku ji nû ve vejin û wan fikrên tundrew tune bikin.”

Lê gelek pirs bê bersîv dimînin, heger AKP li xwe mikur nayê ku komkujiyek pêk aniye, gelo jêdera gotina `Bermahiyên Sêf` çi ye? Wateya wê gotinê çi ye? Çawa serokê dewletekê dikare gotina `Bermahiyên Sêf` bêje? Li gorî çavdêran ew gotin rave dike ku Erdogan bi sûcên pêşiyên xwe yên li dijî şêniyên ku guneha wan a tekane cudabûna ol bû, serfiraz e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din