Gelo dewleta Tirk kijan Roja Aşitiyê nas dike!

Parêzer, mafnas, saziyên edaletê û navendên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê siyasetên ku hikûmeta AKP`ê li dijî herêmê pêk tîne, şermzar kir. Her wiha teqez kir ku ti êrîşên li ser herêma ku aştî û aramî lê heye ne tenê siyaset yan jî netewekê dike hedef lê belê xeteriyê li ser gelên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkes çêdike.

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic, Heleb, Hesekê, Meclisa Adaleta Jin a Edaleta Civakî ya Kobanê, navendên jinan, komîteyên lihevanînê, parêzer û mafnasên bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi boneya Roja Aşiyê ya Cîhanî 1`ê Îlonê, daxuyaniyên cûda dan.

MINBIC

Endamên Meclisa Edaleta Civakî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, endamên komîteyên lihevanînê yên xetan û meclisan li pêşiya avahiya meclisê kom û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Emîra Hemû ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirinên wê ji hemû zagonên navdewletî re hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji destpêkê de komkujî û sûcên şer li beramberê çavên civaka navdewletî pêk tîne, jiyana sivîlan dixe xeteriyê, aramî û ewlehiyê herêmê tevlî hev dike û xwînê dirjîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku bûyerên li Sûriyê diqewimin û bi taybet ên li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê ye û li beramberî vê jî saziyên ku bi navê rewabûna navdewletî bang li xwe dikin bê deng in û dorpêç û topbaran didome.

Di dawiyê de soza wefedariya bi şehîdên ku ji bo xaka xwe canê xwe feda kirine hate dayîn û hat diyarkirin ku ew bi axa xwe ve girêdayî ne û dê parastina destkeftiyên xwe bikin.

KOBANÊ

Girêdayî mijarê Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Rodîn Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de daxuyaniyên Erdogan ên dijminatiyê li dijî herêmê hat şermezarkirin û hat gotin ev şêwazekî dijminatiyê ye armanca wê xurtkirina kokên terorîst û belavkirina tevlîhevî û hilweşandinê ye. Meclisê di daxuyaniyê de got dewleta Tirk dijminatiya Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan û Tirkmenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn dike, pêkhateyên herêmê yên li ser erdnîgariya wê dijîn şoreşeke demokratîk li herêmên xwe pêk anîn, li ser bingeha netewa demokrtîk û biratiya gelan sîstemeke civakî, aborî û çandî li gorî jiyana azad û demokratîk ava kir û bi dehhezaran şehîd danî her wiha gelek birîndar ji bo aramî û ewlehiyê çêbûn.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên cîhanê, NY`yê û saziyên mafên mirovan kir ku destek bidin wan û bi kesên ku şerê terorê kirine û ewlehî û aramî li herêmê pêk anîne , bisekinin

Di dawiyê de meclisê di daxuyaniya xwe de binpêkirinên hikûmeta AKP`ê ji maf û demkrasiyê re di demên dawî ku serokên şaredariyan girtin û şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê xistine bin destên xwe de şermezar kir û destnîşan kir ku ev şerê li dijî îradeya gelê azadîxwaz e da ku îradeya wan bişkîne.

HELEB

Di çarçoveya pêngava Koordînasyona Kongreya Star a bi slogana"Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin"Meclisa Adaleta Civakî û Weqfa Jinê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Adaleta Civakî Pirîşan Reşîd ve hate xwendin.Daxuyanî wiha ye:

Di daxuyaniyê de bal li ser valan xalan hate kişandin: “Aloziya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, hêzên dagirker û hegemonik hewlkariya sûdwergirtina ji van aloziyan dikin, her wiha rê li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê digirin û hewldana têkbirina fikirên demokratîk û rasteqînî dikin.

Îro armanca gefên Tirkiyê têkbirina projeya Neteweya Demoktîk û Rêveberiya Xweser e, ji ber ku ji dewleta Tirkiyê re wekî kabûsekî ne, nîşana vê yekê jî piştî li bakur û rojhilatê Firatê tê çûn, faşîzmê Erdogan êrîşî herêmên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê kir û şaredariyên bi dengdayîneke dîmokratîk hatine hilbijartin, desteser kir."

HELEB

Di çarçoveya pêngava Koordînasyona Kongreya Star a bi slogana" Xak û rûmeta xwe biparêzin û dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin"Meclisa Adaleta Civakî û Weqfa Jinê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan. 

 Endama Koordînasyona Meclisa Adaleta Civakî  Pirîşan Reşîd daxuyanî xwendin û got:

"Aloziya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, hêzên dagirker û hegemonik hewlkariya sûdwergirtina ji van aloziyan dikin, her wiha rê li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê digirin û hewldana têkbirina fikirinê demokratîk û rasteqînî dikin.

Îro armanca gefên Tirkiyê têkbirina projeya Neteweya Demoktîk û Rêveberiya Xweser e, ji ber ku ji dewleta Tirkiyê re wekî kabûsekî ne, nîşana vê yekê jî piştî li bakur û  rojhilatê Firatê têk çûn, faşîzmê Erdogan êrîşî herêmên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê kir û şaredariyên bi dengdayîneke dîmokratîk hatine hilbijartin, desteser kir."

HESEKÊ-QAMIŞLO

Her wiha Meclisa  Adaleta Civakî, Meclisa Adaleta Jinan, Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê bi beşdariya nûnerên jinan, komîteyên lihevhatinê û Yekîtiya Parêzerên kantonên Hesekê û Qamişlo yên herêma Cizîrê daxuyaniyek ji raya giştî re dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin:" Gelê Rojhilata Navîn ji ber DAIŞ û hêzên selefî êş û azar kişandin,  bi hezaran  jin, zarok û bêgunehan hatine kuştin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di vê demê de zengilê aşîtiya cîhanê di roja aşîtiyê û hatina meha Îlonê de lêda û DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya dewleta Tirk der heqê gel de komkujiyan pêk tîne, lê piştî berxwedana gel li hemû baregehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn.

Di daxuyaniya Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê bal kişandin ser destwerdana dagirkeriya Tirkiyê, bi ti awayan têkiliyên wê bi rastiyê re tune ye, berevajî vê yekê xwe dispêre siyasetên pêkanîna armancên NY`yê ku endamên wê di hevpeymana San Fransîsko 26`ê Hezêrana 1945 mor kirin û wiha got:"

"Ji ber girîngiyê û pêwîstiya nimuneyî, Tirkiya faşîst nifşek li ser cografiyê tên armankirin, mafên mirovan tên binpêkirin, rûmeta mirovahiyê û nirxên wê tên wêrankirin, hemû pîvnaên hevpeymanên zagonên navdewletî tên binpêkirin, dewleta Tirkiyê kîjan aşîtiyê nas dike û ka cîhan, ev jî dewlet e ku bi gotin û xebatê îtîrafê pê nake.?"

 Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga lezgîn kirin ku "Li şûna nirxandina mijarên geşpêdanê girîngiyê bidin dozên navdewletî, ji ber ku li gel dijminatî, dagirkerîî û gefên domdar li ser ewlehî û aştiya navdewletî ti geşpêdan tine ye ti geşepêdan raserjî dagirkerî û gefên li ser armî û aşîtiya navdewletî tune ye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din