Gelo dawiya agirbestê hatiye?

Hêzên rejîmê herêmên qaşo bêçek bombebaran dike û ji duh bi şev heta vê sibê, bejahiya Idlibê û Laziqiyê bi zêdetirî 70 moşekan bombebaran kirin. Çeteyan di roja dehemîn a agirbestê de hêzên rejîmê li herêmê kirin armanc û dibe ku agirbest binpê bibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê ji duh bi şev û heta vê sibê herêmên Keferseca, El-Tehe, Rekaye, herêmên bejahiya rojhilatê Meret Nûman, eniya Kebanê yên li Cebel Ekrad ê li bejahiya bakurê Laziqiyê, bi zêdetirî 70 moşekan bombebaran kirin.

Di milekî din de komên çeteyan nuqteyên rejîmê yên li eniyên Werîda yên li başûrê bejahiya Helebê bi moşekan bombebaran kirin, her wiha derengiya şevê dengê teqîneke mezin ji nuqteyên hêzên rejîmê yên li eniya El-Qesabiyê hat.

Geşedanên ku rû dane bi agirbesta li herêmên qaşo bêçek ku derbasî roja xwe ya dehemîn dibe re û raserî topbarana asmanî ya di nava binpêkirinên bejahî de berdewam e, pêk hatine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh zêdetirî 160 moşekên ku li bajar û bajarokên cuda yên her çar “herêmên bêçek" belge kirin û topbaranê Kefernubel, Merşemsê, rojhilatê Dêr, Merşamîran, Neqîr, eniya Kebanê yên li Cebel Ekrad ên li bakurê bejahiya Laziqiyê, eniyên Sehil Xab, gundên Cebel Şehşebo yê li bakurê bejahiya Hemayê û rojavayê wê, bajarokê Heyan, Heryetan, Andan û bejahiya Helebê anku Heryetan kirin armanc.

Çavdêr dibînin ku agirbesta nû ber bi bidawîbûnê ve diçe û di demên borî de çavkaniyan behsa agirbesta ku wekî derfeta Rûsyayê ji Enqereyê re, da ku şertan pêk bîne ku di nav de tunekirina çeteyên Tehrîr El-Şam, hikumeta Enqaz û serweriya hêzên rejîmê ji rêya bazirganiya navdewletî ya ku di bejahiya Idlibê re derbas dibe ye.

Çavkaniyan diyar kir ku komên çete ji nuqteyên nêzî rêyên bazirganiyê derneketine, ji van rêyan, rêya stratejîk a ku Helebê bi Şamê ve girê dide.

Hêzên rejîmê di demên derbasbûyî de agirbesta wekî vê bi dawî kir ku Tirkiyê bi pêkanîna kiryarên terorîstî li Idlibê tawanbar dikir û di Tebaxê de dest bi operasyonên leşkerî kir, gelek herêm li bejahiya Idlibê, Hema û heta Xan Şêxûna stratejîk serwer kirin, di heman demê de çarenûsa nuqteyên çavdêriya Tirkiyê li herêmê ne diyar e, di nav de nuqteya Mork jî heye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di hefteya derbasbûyî de 2 civînên cuda yên di navbera rayedarên Tirk û çeteyên operasyonên cuda pêk tînin de, her wiha ya di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û heman operasyonan de kifş kirin.

Navendê diyar kir ku Tirkiyê di civîna yekemîn de îsbata radestnekirina ji Rûsyayê re, venekişandina ji rêyên bazirganiyê û destekdayîna ji çeteyan re kirine.

Di heman demê jî di civîna duyemîn de çeteyên Tehrîr El-Şam amadekariyên operasyoneke leşkerî li dijî hêzên rejîmê yên li herêmê dikin.

(eh)


Mijarên Din