Gelo dê Gantz û Netanyahu di avakirina hikumeteke yekgirtî de bi ser bikevin?

Nivîskar û pisporê kar û barên Îsraîlê Mihemed Xelîl got Gantz û Netanyahu ji ber siyasetên wan ên ji hev cuda, her yek dixwaze yê din dûr bixe. Mihemed Xelîl diyar kir ku gelek sedem hene ku li pêşiya avakirina hikumeteke yekgirtî dibin kelem.

Piştî civîna serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin re ku roja duşemê pêk hatibû, serokê Partiya Lîkûdê Benjamin Netanyahu û serokê Partiya Şîn û Spî (Kihol-Lavan) ji bo dan û standinên avakirina hikumeke yekgirtî xwe amade dikin.

Her du partiyên mezin ên Îsraîlê Kihol-Lavan û Lîkûd di hilbijartinan de nekarîn hejmara pêwîst a kursiyên ji wan dihat xwestin, pêk bînin. Yek jê avakirina hikumeta Îsraîlê ya nû divê 61 kursî werin bidestxistin yanî desteka 61 endamên Knesseta Îsraîlê. Partiya Lîkûd a bi serkêşiya Netanyahu 56 kursî û Kihol-Lavan bi serkêşiya Gantz 54 kursî bi dest xistin.

Di hewldanekê de ji bo derbaskirina vê astengiyê serokê Îsraîlê Rivlin êvara duşemê di civînekê de bang li serokên her du partiyan kir ku dest bi dan û standinan bikin bi şêwazekê ku  Netanyahu û Gantz bi dorê hikumetê bi rê ve bibin.

Sibeha sêşemê Gantz û Netanyahu ragihand ku dê civînek ji bo destpêkirina dan û standinên avakirina hikumeta yekitiya neteweyî di navbera her du partiyan de li dar bixin.

Ji bo naskirina asta serketina Gantz û Netanyahu di avakrina hikumeteke yekgirtî de ajansa me hevdîtinek bi nivîskar û pisporê kar û barên Îsraîlê Mihemed Xelîl re çêkir.

Xelîl diyar kir ku gelek sedem hene li pêşiya serkeftina berbijarkê dibin asteng. Ya herî girîng; Gantz û Netanyahu her yek dixwaze yê din ji qada siyasî ya Îsraîlê dûr bixe. Xelîl tekez kir ku nêrîna siyasî ya her du partiyan dê nakokiyê di navbera wan de kûrtir bike ji ber ku siyaseta partiya Lîkûd rastgir û hişk e û ya Şîn Spî jî çepgir û nerm e.

Xelîl anî ziman ku sedema binketina yek ji her du partiyan, krîza baweriyê ya li  cem kolana Îsraîlê ji partiyên îsraîlî ye.

Di nav gotinên xwe de Xelîl îşaret pê kir ku çareseriyên ku her du partiyan di dozên mezin de mîna dan û standina bi filistînyan re pêşkêş kirine, ne li gorî hêviyên kolana Îsraîlê ye û wiha domand: "Her duyan siyaseta ewlehiyê li beramberî jiyana civakî dane runiştandin. Hêza ku her du partî pê diaxivin, ji aliyê gelê Îsraîlê ve nayê hezkirin. Ji ber ku tu pirsgirêkek çareser nekir. Mînak siyasetên wan bi Xezayê re, rewş bi pêş dikevin, asta nakokiya leşker di navbera her du aliyan de mezin dibe. Her wiha êdî encamên wê li ser her du aliyan nayê qebûlkirin, ji aliyekî din ve rewşa Berava Rojava (Difa Xerbiye) gelek xeter bûye û dibe ku axa Filistînê biteqîne."

Girêdayî derfeta avakirina hikumeteke yekgirtî di navbera her du partiyan de Xelîl got: "Ragihandina her du partiyan ku dest bi dan û standinên avakirina hikumeteke yekgirtî kirine, nayê wateyê ku dê bi ser bikevin. Di nêrîna partiya Lîkûd de Netanyahu hewl dide demê qezenc bike heta hilbijartinên sêyemîn ên Knessetê, ji ber ku ji wî re ewletir in."

Xelîl anî ziman ku Netanyahu dizane ku Gantz derfetê nade wî ku bi ser bikeve û dê ji berê pirtir hewl bide wî bixe. Bi taybet ji ber ku aliyên din ên partiya Gantz qebûl nakin ku bikevin hikumetekê ku Netanyahu tê de heye. Mîna Yair Lapid serokê partiya `Pêşeroj Heye` ku bi Gantz re bûye hevalbend. Yair Lapid gelek caran ragihandiye ku ew tev li hikumeta ku Netanyahu tê de heye nabe."

Li gorî biryara hikumeta yekgirtî; serokên partiyan bi dorê serokatiya hikumeta Îsraîlê ji her yekî re du sal dikin.

Di vir de Xelîl diyar kir ku ev dema bi dorê aloziyeke din afirand. Ji ber ku Netanyahu şert daniye ku ew dema yekemîn bi rêve bibe da ku bergiriya serokatî bi dest bixe ku wî ji tewanên fesadê nadarizînin. Ne ji hilbijartinan bûye dihat payîn ku Netanyahu bihata  darizandin.

Xelîl destnîşan kir ku Gantz vê yekê dizane û qebûl nake ku Netanyahu dema yekemîn bi rê ve bibe da ku porsesa darizandina wî hêsan bike.

Kanala Kan a îsraîlî ya fermî got: "Nuqteyên bi nakok ew e kî wê destpêkê hikumetê bi rê ve bibe."

Xelîl destnîşan kir ku di hikumeta yekgirtî de, tenê kesê ku hikumetê birêve dibe bi awayekî fermî pê re danûstandin çêdibe û ev tişt got: "Mînak, ger Netanyahu pêvajoya yekemîn birêve nebir, dê nêzîkatiyên li beramberî wî mîna endamekî din ê Knesset be. Ev jî li ser jiyana siyasî ya Netanyahu bi giştî xetereyek rastîn e."

Têkildarî texmînên din ji bo serkeftina avakirina hukmetek yekgirtî Xelîl got: "Tenê di rewşekê de dibe ku her du partî bighêjin hikumetek yekgitî; ew jî eger Lîkûd, Netanyahu ji serokatiya partiyê dûr bixe. Ew dê derbasbûna her du partiyan ji hikumeta yekgirtî re bi awayekî mezin hêsan bike."

Li gorî Xelîl ev tişt ne dûr e, ji ber ku gelek rewşên mîna vê hene ku partiyên siyasî pêk anîne.

Xelîl balê dikşîne ser ku dibe partiya Lîkûd biryarek li dijî Netanyahu  bi dosyayên gendeliyê bistîne û endam û hevalbendên partiya rastgir li ser pêwîstiya guhertina Netanyahu li hev dikin. 

Li gorî Xelîl tekane rêya xilasiyê li pêşiya Netanyahu ew e ku dereng bixe da ku bigihîje hilbijartinên Knesset a sêyemîn yên a di destpêka sala bê de.

Xelîl dibêje saetên bê girîng in û ew ê çaranûsa siyasî ya Netanyahu diyar bike. Li beramberî wê rewşa Gantz ji ya Netanyahu aramtir e û tu pirsgirêkên wî yên mezin tune ne eger vegere hilbijartinan.

Di dawiyê de Xelîl Îşaret pê kir ku eger Îsraîl ber bi hilbijartinên nû ve biçe, encamên bê dê ne wisa bin, lê belê gelê Îsraîlê dê bi awayekî dawîn encamê diyar bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din