Gelo Çîn dê bikare Erebistana Siûdî û Îran peymana Pekînê pêk bînin?

Dibe ku gelek astengî li pêşiya vegerandina têkiliyên dîplomasî ên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de derkevin, nexasim ku Çîn di vê mijarê de ne xwedî pisporiyeke baş e.

Peymana ku her kes şaş hiştiye, piştî danûstandinên demdirêj di navbera herdu dewletan de derket holê. Di wan danûstandinan de nûnerên Tehran û Riyadê yên li Iraq û Umanê beşdar bûn, piştre Çînê serkêşiya wan danûstandinan kir. Nexasim ku pêvajoya aştiyê ya di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de pêvajoya herî astengdar a Rojhilata Navîn bû.

Di 10'ê vê Adarê de li paytexta Çînê Pekînê, peymaneke siyasî di navbera Erebistana Siûdî û Îranê bi çavdêriya Çînê hat ragihandin. Di encama wê peymanê de dê têkiliyên dîplomasî yên di navbera herdu dewletan de wek berê vegerin û balyozxaneyên her du welatan ku ji 2016'an ve hatine girtin di nêzî 2 mehan de werin vekirin.

Di 2016'an de Riyad û Tehranê têkiliyên xwe yên dîplomatîs bi hev re qut kirin. Nexasim piştî ku Erebistana Siûdî oldarê siûdî yê şiî Nemir El Nemir darve kir û li hember vê yekê navendên dîplomasî yên Erebistana Siûdî yên li Îranê rastî êrişên xwepêşandêrên îranî hatin.

Çavdêran diyar kir ku Çîn dixwaze di vê mijarê de xwe wek aliyekî hêzdar û xwedî bandor di qada siyasî ya cîhanî de û aliyekî serbixwe li Rojhilata Navîn nîşan bide, her wiha eger ew peyman gihîşt serî dê bandorê li gelek dozên Rojhilata Navîn bike nexasim ku herdu alî jî di dozên Sûriye, Lubnan û Iraqê de beşdar in.

Di heman demê de, hinek çavdêr destnîşan kir ku ew peyman naçe serî ji ber ku Çîn nikare heta asteke baş zextê li herdu aliyan bike û wan neçar bike ku pabendî peymanê bin.

BERJEWENDIYA ÇÎNÊ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/21/202536_-.jpeg

Lêkolerê karûbarên Asayewî Ebû Bekir Ebû El Mecid destnîşan kir ku rola Çînê piştî derketina nêrîna nû ya cîhana piralî derket holê. Her wiha ku ev yek ji aliyê gelek dewletan ve dihat xwestin nexasim ku cîhana yekalî gelek kirîz û astengî li cîhanê bi giştî derxistin çi li rojhilat an jî rojava.

Ebû El Mecid ji ajansa me re wiha axivî: "Çînê hertim di qada aboriyê de rolek dilîst ji ber ku ew jêdereke girîng e ku bandorê li cîhanê dike. Bi saya Çînê têkiliyên dîplomasî yên Erebistana Siûdî û Îranê vegeriyan ku ew jî yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn bû. Bi vê yekê Çînê ji lewazbûna rola Amerîkayê sûd wergirt û bandor li dewletên herêmê kir."

Ebû El Mecid wiha domand: “Çîn xwest di doza Erebistana Siûdî û Îranê de fikrê cîhana piralî belav bike, nexasim ku Erebistana Siûdî yek ji hevkarên bazirganiyê yên Çînê ne. Her wiha Îran jî xwedî têkiliyeke xurt bi Çînê re ye. Ji ber vê yekê jî Pekîn karîbû ku wan herdu dewletên ku ji gelek salan ve dijmantiya hevdu dikin, bîne ba hev.”

Ebû El Mecid destnîşan kir ku tevgera Çînê di vê dozê de bi armanca ku xwe wek xwedî roleke girîng û serbixwe di herêmê de, li şûna Amerîkayê ku di gelek dozan de lewaz ketiye, nîşan bide.

PIŞTÎ PEYMANÊ

Ebû El Mecid wiha lê zêde kir: "Em nikarin bêjin ku Pekîn di vê peymanê de gihîşt armancên xwe, peyman tenê hatiye îmzekirin lê belê hîn bi ser neketiye. Hîna zû ye ku em bêjin Îran pabendî peymanê ye yan na, di heman demê de Çîn dê bi rêya zextkirina li herdu aliyan di peymanê de bi ser bikeve, ev jî tiştekî dûr e."

Ebû El Mecid destnîşan kir ku biserketina peymanê û pabendîbûna Îranê bi peymanê dê bandorê li hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike, lê di heman demê de got ev yek dûr e ji ber ku ne li gor stratejî û siyaseta Îranê ye.

ASTENGIYÊN PÊKANÎNA PEYMANÊ

Ebû El Mecid axaftina xwe wiha domand: “Li hemher pêkanîna peymanê gelek astengî hene, yek ji wan ew e ku Çîn ne xwedî pisporiyeke baş a birêvebirina dozên wiha ye. Her wiha Çîn nikare zextê li Erebistana Siûdî û Îranê bike, ji ber ku Çîn ji bo Erebistana Siûdî tenê hevkareke bazirganiyê ye û hemwextî wê di destê wê de kaxizên zextê tune ye ku pê fişarê li Îranê bike.”

Ebû El Mecid got: “Çîn ne wek Amerîkayê ye ji ber ku nikare ewqasî zextê li dewletên Rojhilata Navîn bike, ne di qada leşkerî ne jî qada siyasî de. Nexasim ku Washington bi hebûna gelek baregehên xwe li Kendava Erebî wek parêzvana kendavê tê dîtin. Her wiha ew artêşên wan dewletan di serî de Erebistana Siûdî bi çekên xwe bi çek dike.”

PEYAMA EREBISTANA SIÛDÎ YA JI BO WASHINGTONÊ

Ebû El Mecid di dawiya axaftina xwe de got: “Erêkirina nêzîkbûna ji Îranê ji aliyê Erebistana Siûdî ve tê wateya ku Riyad peyamekê dide Washingtonê ku ew hin kiryar û siyasetên Amerîkayê red dike.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/21/202545_-.jpeg

Di heman çarçoveyê de, lêkolerê karûbarên Îranî Mihemed Şeit jî destnîşan kir ku gengaz e ku Çîn dabînkerê reftariya Îranê be, ji ber wê Erebistana Siûdî gav avêt. Nexasim ku rola Amerîkayê tune ye yan jî baweriya dewletên herêmê bi karîgeriyên Washingtonê li gel Rêveberiya Biden kêm bûye.  Bi taybet dîplomasiya wê ku hewl da bi hemû rêbazan lihevkirina nukleerî pêk bîne beyî ku pabendiyên xwe li hember herêmê pêk bîne.

PABENDÎBÛNA ÎRANÊ

Şeit wiha domand: “Bandora peymanê li dozên herêmê bi pabendîbûna Îranê bi wê peymanê ve girêdayî ye. Eger ew pabend be jî ew dê gelek bandorên erênî li dozên wek ên Sûriye, Lubnan û Yemenê bike; ji ber ku di encama peymanê de dê rê li ber destwerdana di karûbarên herêmê de û destekdayîna milîsan were girtin. Ev yek jî bibû sedema kirîzên li herêmê û paşdeçûna têkiliyên di navbera Îran û dewletên herêmê de. Eger Îran pabendî peymanê be dê gelek destkeftiyên erênî û mezin li herêmê werin bidestxistin û aramiyek pêk were ku mîna wê ji gelek salan ve pêk nehatiye.”

Şeit di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Bandor li têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Washington de nabe; ji ber ku Washington ragihand ku haya wê ji pêvajoya lihevanînê ya sêalî hebû û wê ev peyman pîroz kir, ev yek jî ji aliyê berpirsên siûdî ve hat piştrastkirin.

(mh/şx)

ANHA


Mijarên Din