Gelo çima  ENKS buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê venake?

Partiyên girêdayî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar dane ku buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê venekin, ji ber ku dizanin ku rola wan di herêmê de gelekî kêm bûye û vekirina buroyan dê bandoreke neyinî li têkiliyên wê yên bi Tirkiyê re bike.

Yekbûna Kurdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxwaza hemû gelê herêmê ye. Tevî hewldanên ji aliyan û ji wan Fransa û KNK`ê ji bo nêzikkirina nêrînan û pêşkêşkirina insiyatîf û pêşniyaran ji bo yekrêziya kurdî, lê heta niha ev yek pêk nehatiye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron hewl da ku nêrînên Rêveberiya Xweser û ENKS`ê bi rêya insiyatîfa Fransayê nêzî hev bike, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriyê Demokratîk di 29`ê Nîsanê de pêşwaz kir. Di heman demê de, nûnerên Fransayê jî bi rayedarên ENKS`ê re civiya.

Çavkaniyekî ragihand ku endamên Desteya Serokatî ya ENKS û endamên têkiliyên giştî ya derve civînek di 8`ê Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê lidar xistin. Di civînê de, insiyatîfa Fransayê hate nîqaşkirin. Îbrahîm Biro, Nûrî Birîmo, Mihemed Ismaîl, Beşar Emîn, Fesle Yûsif û Fûad Elîko tevlî civînê bûn.

Li gorî heman çavkanî, di civînê de, insiyatîfa Fransayê û nexasim der barê vekirina buroyên ENKS`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş hatin kirin.

Çavkanî got beşdaran civînê, israr kirin ku divê buro li herêma Cizîrê neyên vekirin, tevî ku Fransayê israr kirin ku divê buroyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vebikin û karê xwe dewam bikin.

Pêşniyara Fransayê ne nû ye

Mijara vekirina buroyên ENKS`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne pêşniyareke nû ye. Ev pêşniyar di çarçoveya insiyatîfa KNK-Rojava de ku di destpêka sala nû de bi armanca yekrêziya kurdî  dabû destpêkirin, hate kirin. KNK-Rojava ji Rêveberiya Xweser re pêşniyar kir ku partiyên ku ruxsetên xwe tune ye, buroyên xwe li herêmên vebikin. Rêveberiya Xweser jî ev pêşniyar erê kir û di vê çarçoveyê de di 5`ê Kanûna sala 2018`an de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku hemû partî di nav de partiyên ne ruxsetkirî dikarin buroyên xwe li herêmê vebikin û hate gotin ku ew wekî rêveber bi peydakirina çareseriyan ji bo nakokiyên di navbera aliyên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ne.

Gelo çima partiyên ENKS`ê red dikin ku buroyên xwe vebikin?

Li gorî heman çavkanî beşdarên civîna ENKS`ê, israr dikin ku buroyên xwe li herêma Cizîrê venekin, gelo sedem çi ye?

Di civînê de, sedemên ne diyarkirina vekirina buroyan hate gotin. Beşdaran teqez kirin ku ENKS`ê tu rola xwe ya çalak li herêmê tune ye, her wiha diyar kirin ku alîgariya wan a civakî li herêma Cezîrê pir kêm bûye.

Sedema dawî ya ku beşdaran aniye ziman ew e ku vekirina buroyên partiyan tê wateya itîrafkirina bi Rêveberiya Xweser, ev itîrafkirin jî wê bandorekî neyinî li têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re bike. Di heman demê de, beşdarên civîna ENKS`ê gotin, ger ew navendên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vebikin, êdî tu hincetên wan namîne ji bo ku Rêveberiya Xweser reş bikin, her wiha êdî nikarin Rêveberiya Xweser di qadên navneteweyî jî reş bikin.

Di civînê de li ser çi lihev kirin?

Heman çavkanî teqez kir ku endamên Desteya Serokatî ya ENKS û endamên têkiliyên derve ya ENKS`ê, di civînê de li ser reşkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kirin, her wiha bi rêya daxuyaniyan jî ku wê bi navê PYD`ê werin dayîn, Rêveberiya Xweser were  teşhîrkirin. Her wiha di civînê de hate gotin ku, divê bi awayekî baş kar bikin da ku nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî civîn û kongreyên navneteweyî bibin, ji ber ku ger nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî civînên navneteweyî bibe, wê bandoreke neyinî li ser ENKS`ê bike.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din