Gelê Êzidî li her derê rastî zilmê tê

Gelê Êzidî yê ji ber zilma Baasê ji Iraqê koçberî Sûriyê bûn, li Sûriyê jî rastî zilma rejîma Sûriyê û artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin.

Gelê Êzidî di dîrokê de hertim rastî zilma dagirkerên Kurdistanê tên, di komkujiyan re derbas bûne û hatine koçberkirin. Her malbetek Êzidî xwedî serpêhatiyek bi êş e.

Di şerê Îran-Iraqê yê salên 80’î de gelê Êzidî gelek azar kişand. Her wiha hikumeta Baasê ya li Iraqê ciwanên Êzidî diavêtin li eniyên şer û her kesê ew red bikira dihat kuştin yan jî neçarî koçberiyê dibû.

Malbata Xidir Hecî Hesê ji wan malbatên ku neçar bûye xaka xwe ya Şengalê berde. Malbat di sala 1982’an de ji herêma Birokê koçber bûne.

Piştî Xidir 5 salan di artêşa Iraqê de xizmet kir û rastî zilma partiya Baasê hat, tevî malbata xwe koçberî Sûriyê bû. Hevjîna wî Berfo Qasim Hesen got koçberî û zilmek e pir dijwar bû. Bi piyan ji Iraqê ber bi Sûriyê ve ketin rê û li kampa Holê bicih bûn.

Berfo Qasim Hesen got: “Di dirêjahiya du salên li kampa Holê de, vê carî jî em rastî zilma hikumeta Baasê ya Sûriyê hatin. Me êşa xizantî, birçîbûn, serma û germahiyê kişand. Piştre ji kampê derketin û li gundê Til Xatûn ê bakurê rojhilatê navçeya Tiberpsiyê bicih bûn.”

JI ZILMA BAASÊ BER BI ZILMA ARTÊŞA TIRK VE

Piştî bicihbûna wan li gundê Til Xatûnê, 9 zarokên Berfo Qasim Hesen û Xidir Hecî Hesê çêbûn. Berfo Qasim Hesen ji bo derbara jiyana malbata xwe di karê çêkirina cilan de dixebitî.  Berfo Qasim Hesen da zanîn ku artêşa Tirk nedihişt şêniyên gund derkevin nava zeviyên xwe û gule li her kesê nêzî sînor dibû direşand, gelek Êzidî qetil kirin.

Di havîna 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêm û gundên Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Di encamê de bi hezaran sivîl bûn qurbanî, her wiha hin hatin revandin û koçberkirin, ji wê zêdetir jî mal û perestgehên olî hatin wêrankirin.

Malbata Berfo Qasim Hesen ji yek malbatên rastî komkujiyê hatiye.

Berfo Qasim Hesen diyar kir ku êrişên li dijî Şengalê azarên wan dubare kirin û wiha got: “Malbata min qetil kirin, mala me wêran kirin. Bi wê re em neçarî koçberiyê  kirin. Ev siyaset, siyaseta dewletên ku Kurdistan dagir kirine.  Gelê Êzidî bi her rêbazekê qir dikin. Îro jî em dibînin ku Erdogan çawa Şengal û cihên bi balafiran bombebaran dike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din