Gelê Tunisê yê li derveyî welat serokê nû yê welêt hildibijêre

Îro li 45 welatên cîhanê hilbijêrên tunîsî amadekariya hilbijartina serokê nû yê welêt dikin. Li Tunisê 26 namzet hene.

Îro hilbijêrên tunisî yên li derveyî ji welat amadekariyên hilbijartina serokekî nû dikin. Hilbijartinên derve dê 3 rojan dewam bikin, hejmara hilbijêrên li derve gihaşt 360 hezarî û li 45 dewletên cîhanê belav bûne.

Tê payîn ku  îro pêngava hilbijartinên li Tunisê bi dawî bibe anku berî ku roja yekşemê amadekirina dengdayîna li hundirê welat were kirin, sibe derbasî nava bêdengiya hilbijartinan dibin.

Di kampanyayan de mijara alîkariya raserî belavbûna agahiyên binpêkirinên ku gelek aliyên beşdarî pêşbirka serokatiyê bûne, pê rabûn, derket holê.

Parêzer û endamê komîteya parastina namzetê bi navê Nebîl Qirewî, Îmad Bin Helîme got muwekilê wî ji êvara çarşemê ve, ji ber bêparbûna ji mafên hilbijartinên ku dê piştî 4 rojan bi rê ve biçe, ketiye grevê. 

Fransa hejmara herî mezin a civaka tunisî vedihewîne û dê li 20 navendên dengdayînê yên li Fransayê dengê xwe bi kar bînin, nexasim li Parîs û derdorê wê, Marseille, Lyon û Grenoble. Komîteya amadekar hêviya bilindbûna hejmara beşdaran dike ku dê ji beriya 5 salan zêdetir. Ji ber ku wê demê ji sedî 48 bû.

Ji ber koça serok Bacî Qeyîd Sîbsî birêvebirina hilbijartinên serokatiya Tunisê ku dê di 17 û 24`ê Mijdarê de bûna, hate pêşxistin da ku di nava 90 rojan de li gorî makezagonan serokekî nû were erkdarkirin, li ser vî esasî dê di 15`ê Îlonê de bi rê ve biçe, di heman demê de heke piraniya namzetan baş dengan qezenc nekin, dê dubarekirina hilbijartinan herî zêde di 3`yê Mijdarê be.

Deriyê namzetiya ji serokatiya welêt re di 2`yê Tebaxê de hate vekirin û di 9`ê wê de jî hate girtin, di vê derbarê de 97 kesan navên xwe ji Komseriya Bilind re pêşkêş kirin û di 14`ê Tebaxê de komseriyê navên namzetan ku ji 26 kesan pêk dihat, belav kirin, paşê di 31`ê Tebaxê de lîsteya namzetan a dawîn belav kirin.

(eh)


Mijarên Din