Gelê Tunisê sibê serokê welatê xwe hildibijêre

Gelê Tunisê sibê serokê welatê xwe hildibijêre, ji ber vê yekê îro mafê dengdayînê hate rawestandin.

Tê payîn ku gelê Tunisê sibê serokê welatê xwe hilbijêre. Li ser vî esasî îro mafê dengdayînê hatiye rawestandin. Di 2 saetên destpêkê ji bêdengiya hilbijartinan, duh 2 namzetan biryara vekişandina ji hilbijartinên serokatiya Tunisê da, ji bo zextkarî di dengdayînê de dernekeve û deng zêdetir ji namzetê serbixwe yê bi navê Abdulkerîm Zibeydî re werin, dan.

Namzetên ku vekişiyan Mihsin Merzûq ku serokê Tevgera Projeya Tunisê ye û Selîm Rîyahî ku serokê Tevgera Emel a Tunisê ye. Tê zanîn ku Selîm Rîyahî bi tawana gendeliya darayî ji dozgeriyê re tê xwestin û niha jî mişetxkirî ye. Her du serokan banga dengdayîna ji bo namzetê serbixwe yê bi navê Endulkerîm Zibêdî kir.

Ebdulkerîm Zibeydî wezîrê parastinê yê dawî yê hikumeta Tunisê bû û beriya bibe namzetê serokatiyê, îstîfa ji karê xwe kir û partiya Afaq Tunis, Tevgera Nîdaa Tunis ên lîberal, hejmarek rayedarên serbixwe destekê didin wî, her wiha ji paş perdeyê ve jî Yekitiya Giştî ya Karkerên Tunisê ku li welêt mezintirîn sendîka ye, destekê didin Zibeydî.

Vekişandina bi planan ji pêşbirka serokatiyê ber bi qesra Qirtac ve, kêmkirina zextkariya di dengdayîna ji namzetan re, xurtkirina derfeta ji namzetê serbixwe yê bi navê Ebdulkerîm Zibeydî re ye, da ku derbasî rola duyemîn bibe û pêşbirkê bi partiya Tehya Tunis û serokê hikumetê Yusif Şahid re bike.

Sibe zêdetirî 7 milyon kes da ku serokê welatê xwe hilbijêrin, dê ber bi sindoqên dengdayînê ve biherikin. Piştî 2 namzetan xwe ji hilbijartinan vekişand, 24 namzet man ku hinek ji wan ev in; namzetê partiya Nehdê Abdulfetah Moro, namzetê girtî Nebîl Qirewî, wezîrê parastinê yê serbixwe Abdulkerîm Zibeydî û serokê hikumetê Yusif Şahid.

(eh)


Mijarên Din