Gelê Tunisê îro serokê welat hildibijêre

Îro li Tunisê hilbijartina serokatiyê heye. 24 namzet tev lê dibin û zêdetirî 7 milyon hilbijêr dê dengên xwe bidin.

Piştî 13 rojan ji pêşbirka namzetan, îro gelê Tunisê serokê welatê xwe hildibijêre. 

Piştî ku namzetên bi navên Mihsin Merzûq û Selîm Rîyahî ji bo ku destekê bidin Abdulkerîm Zibeydî vekişiyan, hejmara namzetan bû 24 û her namzet bendewarê erka serokatiya welêt e. Tê zanîn ku serokê berê Bacî Qayîd Sibsî beriya ku dema desthilata wî bi çend mehan bi dawî bibe, di 25`ê Tîrmehê de mir.

Hilbijartin di rewşeke aram de bi rê ve diçe û Wezareta Karê Hundir ragihand ku 70 hezar endamên parastinê dê beşdarî parastina dengdayînê bibin, di heman demê de Wezareta Parastinê 32 hezar leşker, da ku parastina sindoqan bikin, serpereştiya veguhastina sindoqên dengdayînê ber bi navendên kombûnê û jihevderxistina navan bikin, xistin nava tevgerê.

Heke namzetek zêdetirî ji sedî 50 dengan wernegire, dê careke din hilbijartin bi rê ve biçin, lê dê pêşbirk di navbera namzetê tevgera Nehda Abdulfetah Moro, namzetê girtî Nebîl Qirewî, wezîrê parastinê yê îstîfakirî Abdulkerîm Zibeydî û serokê hikumetê yê berê Yusif Şahid de be.

(eh)


Mijarên Din