Gelê Tebqa, Reqa û Dêrazorê komkujiya Til Rifetê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Tebqa û Reqayê meşeke girse ya şermezarkirina komkujiya Til Rifetê ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan pêk aniye li dar xist û her wiha jî 2 daxuyanî ji hêla Meclisa Gel û Rêveberiya Jinan a Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê der barê şermezarkirina komkujiyê, hatin weşandin.

Da ku berdewama dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra ku navê "Artêşa El-Wetenî" li xwe kiriye ku sûc û komkujiyan pêk tînin, bi taybet komkujiya Til Rifetê ku di encamê de 10 şehîd ji nav 8 zarokên şêniyên Efrînên yên koçber in, şermezar bikin, şêniyên Reqa di meşê de bang li civaka navdewletî û UNICEF kir ku van komkujiyan rawestînin û lêpirsîna sûcdaran bikin.

Bi sedan şêniyên Reqayê û tevahî aktevîzên sivîl beşdarî meşê bûn. Meş ji Qada Agirkujiyê ya li naverasta bajêr dest pê kir û ber bi Qada Serhildanê ya li aliyên başur-rojava herikî. Beşdaran diruşm û pankartên şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û qirkirinên komî yên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, hildan.

Beşdar li Qada Serhildanê kom bûn û deqeyeke rêz girt. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û got ku pêwîstî bi tevgera lezgîn a civaka navdewletî ya derketina ji bêdengiyaxwe ya der heqê binpêkirinên mafên mirovan û mîsaqên navdewletî yên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve pêk tên, heye.

Hemdan El-Ebid piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe bê deng namîne û qebûl nake ku dijmin, barbe û çete pê li xaka wan bikin.

Li Tebqayê jî bi dehan xwendekarên dibistanan, kiryarên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan û hedefgirtina zarokan li dibistanan bi meşekê şemezar kirin û bang li rêxistina mafên mirovan û UNICEF’ê kir ku zarokan biparêzin û garantiya mafên wan bi taybet a jiyan pêk bînin. Li aliyekî din jî meşeke girse li bajarokê Curniyê yê bakurê rojavayê bajarê Tebqayê bi beşdariya bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarên wê li dar ket.

Meşa zarokan piştî bi gelek mamosteyan re kom bûn ji pêş Rêveberiya Jinan a taxa Duyemîn a bajarê Tebqayê dest pê kir û ber bi Çarxeriya Furqan a heman taxê ve kete rê. Zarokan di meşê de banga cezakirina Erdogan li ser kuştina zarokan û hedefgirtina dibistanan kir û bang li rawestandina kuştina zarokan, bidawîkirina şer û rawestandina yekser a êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Piştî kombûna xwendekaran li gel Çarxeriya Furqan, zaroka bi navê Lona Mûsa axivî û kuştina zarokên biewle ji hêla dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna komkujiyan ve, şermezar kir û bang li tevahî dewletan kir dest werdin û parastina zarokan bikin.

Li Curniyê, meş ji têketina bajarok a rojhilat ber bi naverasta bajarokê ve tevî diruşmên têkçûna Erdoganê faşîst û bangawaziya cîhanê ya pêkanîna bergiriyên tund li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên bi mafên gelên Sûriyê, dest pê kir.

Piştre rêveberê Meclisa Sivîl a bajarokê Curniyê Mistefa Xalib axivî û îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve li dijî gelên Sûriyê de komkujî pêk anîn û ya dawiyê jî komkujiya Til Rifetê ku di encamê de zarok bûne qurban.

Li aliyekî din jî Meclisa Gel û Rêveberiya Jinan a bajarokê Hecîn ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê komkujiya ku artêşa deweta Tirk a dagirker li Til Rifetê pêk aniye bi du daxuyaniyan şermezar kir. Her wiha jî di daxuyaniyan de îşaret pê hat kirin  ev sûc, îmzeya şermê li eniya tevahî mirovahiyê ye.

Bi sedan şêniyên bajarokê Hecîn û gundewarên derdora li pêş Saziya Çandiniyê ya li naverasta bajarok kom bûn û alên QSD’ê û pankartên şermezarkirinê li dijî sûcên ku Erdogan pêk tîne û bêdengiya navdewletî di vî warî de, hildan.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Husên Selman daxuyanî xwend. Daxuyaniyê bal kişand ser ku îro roja ku hatine kuştin, roja reş û şermek li ser mirovahiyê ye. Her wiha Husên piştrast kir ku dewleta Tirk rêxistina DAIŞ’ê lê bi rûyekî din, zindî dike û bang li civaka navdewletî kir ku hişyar bin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirkiyê re deynin.

Rêveberiya Jinan a Hecînê di daxuyaniya ku rêveber Fatme El-Siyad xwendiye de bang li dewletên cîhanê bi giştî û dewletên ereb bi taybet kir ku helwesteke cidî li ser sûcên dewleta Tirk û berjewendiyên wê yên dagirkeriyê li herêmê, pêk bînin.

Li dawiyê Fatme El-Siyad bang li tevahî çînên gel kir ku yekparebûnê bi QSDê re bikin ku li dijî hewldanên dewleta Tirk a daqurtandina tevahî Sûriyê, bisekinin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din