Bi boneya salvegera 4’emîn a damezrandina Meclisa Sûriye ya Demokratîk(MSD), meclisê forumek li bajarê Hesekê di Xwaringeha El-Nuxbê de li dar xist.
Di forumê de, hevseroka MSD’ê Emîne Umer, hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Gebrîêl Şamûn, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat û bi dehan ji endamên MSD’ê, endamên sazî û partiyên siyasî yên li bajarê Hesekê, amade bûn.
Hevseroka MSD’ê Emîne Umer di axaftina xwe de bal kişand li ser merhelyên damezrandina MSD’ê û astengiyên ku li pêşberî wan derketine û wiha anî ziman: "Piştî paqijkirina rûbereke fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bi destê QSD’ê, niha di salvegera 4’emîn a damezrandina MSD’ê re derbas dibin."
Di vekirina deriyê diyalogê ji hêla beşdaran ve de, hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wiha da zanîn: "Meclisê tevî astengî û aloziyên ku rastî herêmê hatine, di xebatê de berdewam e.”
Sîham wiha lê zêde kir: "Tevahî pêkhate û hêzên siyasî li ser projeya demokratî ya Rêveberiya Xweser erê kiribûn ku parastina gel ji terorê kir."
Sîham Qeryo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi tevahî dixwazin ji cîhanê re bisepînin ku me herêm ji terorê rizgar kir û pêngava siyasî derbas kir. Hedefa me parastina gel û herêmê ji terorê ye. Her wiha jî planên navdewletî û herêmî gelê Sûriyê ji destpêka aloziyê ve, bi halê wê nehişt. Şerê xwe li ser xaka Sûriyê kir û tenê gelê Sûriyê temenê vî şerî dide."
Li dawiya forumê de sînevîzyonek li ser MSD’ê hat pêşkêşkirin.
(fr)
ANHA