Gelê Sûriyê li ser sînor kiryarên dewleta Tirk şermezar dike

Bi hezaran gelê Sûriyê piştî gefên dewleta Tirk ku dê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bike, li bakurê welêt dest bi xwepêşandan kir.

Îro bi hezaran ji gelê Sûriyê li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê ji bo redkirina gefên Tirkiyê û bicihkirina hêzên wê yên leşkerî li nêzî sînorê Sûriyê, dest bi xwepêşandanên bêdem kir. Şandeyên ji herêmên cuda yên herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê tev li xwepêşandanê bûn.

Piştî ku girseya gel li navenda bajarê Kobanê kom bû û pankartên şermezarkirina gefên Tirkiyê, banga yekitiyê û berxwedanê li dijî destwerdana Tirkiyê rakirin, xwepêşadanê dest pê kir.

Artêşa Tirk a dagirker hêz û alavên leşkerî li nêzî bajarê Girê Spî û bajarokê Şiyûx ê Jêrîn ê rojavayê kantona Kobanê bi cih kirine û li gorî daxuyaniya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ew ê êrîşên leşkerî li dijî herêmên diyar ji Bakurê Sûriyê bikin.

Di xwepêşandana li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê de ku bi sed metreyan dûrî dîwarê li ser sînorê Tirkiyê ye, xwepêşandêran mertalên zindî bi sed metreyan ava kirin û dirûşmên banga biratiya gelan û berxwedanê li dijî êrîşên dewleta Tirk berz kirin.

Her wiha li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê çalakiyên li dijî gefên dewleta Tirk têne lidarxistin.

Tê payîn ku îro di saetên êvarê de şêniyên Girê Spî jî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk xwepêşandanekê li dar bixin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din