Gelê Sûdanê li benda morkirina destûrê ye

Şêniyên Sûdanê îro li hêviya morkirina belgeya destûrî ya dawîn e. Her wiha serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî teqez kir ku gelê Sûdanê ji dema serxwebûnê ve bendewarên  hevpeymana di navbera Meclisa Leşkerî û Daklarasyona Azadî û Guhartinê de ye. 

Skynewsê ragihand ku serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî Abd El-Fetah Burhan di daxuyaniyên xwe de got, deriyê Sûdanê ji hemû şênî û pêkhatiyan re vekiriye, her wiha got endamên meclisê amade ne mil bi mil bi Deklerasyona Azadî û Guhartinê re, vê projeyê berdewam bikin. Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî Abd El-Fetah Burhan, bi bîr xist ku hevpeyman bingeha  avakirina hikumeta sivîl e.

Di milekî din de berdevkê fermî yê Daklarasyona Azadî û Guhartinê, Medenî Abas Medenî got, diyalogan hemû astengiyên bûbûn kelem derbas kirin.

Medenî di civîna çapemeniyê ya li Xertûmê hate lidarxistin wiha li axaftina xwe zêde kir, hemû xalên bi ragihandina belgeya destûrî ve girêdayî ne bidawî bûn.

Navbeyankarê Etiyopya yê taybet Mehmûd Derîr ji Sûdanê re teqez kir ku da ku Sûdaneke nû ava bibe, beşdariya Yekîtiya Efrîqiyayê û Kombûna Dewletên Erebî garantiye. Mehmûd Derîr banga rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên destekê didin terorê kir.

Nûnerê Yekîtiya Efrîqiyayê yê li Sûdanê Mihemd Hesen Libad duh di civîna çapemeniyê de ragihand ku Meclisa Leşkerî ya Demkî û opozîsyona Sûdanê li ser belgeya destûrî li hev kirine. Tê zanîn ku belgeya destûrî destpêka avakirina hikumeteke demkî ye.

(eh)


Mijarên Din