Gelê Minbicê: Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî parastina xaka xwe bikin

Şêniyên bajarê Minbicê dema berê xwe dan bajarê Girê Spî da ku tev li konê mertalên zindî bibin, gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û gotin ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî parastina xaka xwe bikin.

Helwestên gelêrî yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Receb Tayyîb Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilaê Sûriyê zêde dibin. Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê kom bûn û berê xwe dan bajarê Girê Spî da ku tev li konê mertalên zindî ku li bajêr hatiye vedan bibin. Şêniyên ku berê xwe dan bajarê Girê Spî ji ajansa me ANHA`yê re gotin ew êrîşên li ser xaka qebûl nakin û dê bi hemû şêwazî li hember wan bisekinin.

Welatiyê bi navê Hisên Mihemed got ew li bajarê Minbicê kom bûne da ku tev li konê mertalên zindî ku li bajarê Girê Spî hatiye vedan bibin. Konê çalakiyê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vedan.

Hisên di axaftina xwe de wiha got:"Em weke şêniyên Minbicê tu gefên li ser xak û gelê me bi hemû şêwazî red dikin."

Hisên tekez kir ku ew weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi QSD`ê re di yek mewziyê de li hember êrîşên Tirkiyê bisekinin.

Welatiya bi navê Hêvî Abdullqadir jî wiha anî ziman:"Em îro bi hevre li dijî gefên Tirkiyê disekinin. Em di yek rêzê de li hember gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me ku bi saya xwîn û têkoşîna şehîdan hatine rizgarkirin, bisekinin."

Hêvî tekez kir ku ew tu carî derfet nadin ku dîroka  osmaniyan ku Tirkiyê dixwaze impratoriya xwe li ser wê esasê ava bike, dûbare bibe.

Hêvî destnîşan kir ku ew weke jin li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û ev tişt got: "Em derfet nadin Tirkiyê ku êrîşî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin wek ku çawa li herêmên Efrîn, Bab û Cerablus kir û mal û milkên şêniyan talan kir."

Di dawiyê de Hêvî got dewleta Tirk a dagirker terorîstên li Sûriyê û hemû herêmên derdor xwedî dike û destekê dide komên terorîst û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta Tirk a dagirker bi rêya sînorê xwe karê komên terorîst hêsan dike. Ev çawa îdîa ku ew ê şerê terorîstan bike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din