Gel li dijî dewriyeyên li ser sînor bi bertek e

Li gundewarên li ser sînorê kantona Kobanê rûyekî din ê dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker diyar dibe. Dewriye rastî nerazîbûn û redkirina gel hatin.

Li gorî lihevkirina Soçiyê ku di 22`yê Cotmeha 2019`an de hate îmzekirin, dewriyeyên hevbeş derkevin. Ev yek piştî lihevkirineke din ku di navbera hikumeta Rûsyayê û QSD`ê de hat çêkirin ku QSD ji tevahî xeta sînor bi kûrahiya 32 km ber bi başûr ve paşde bikeve.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka meha Mijdarê ve hefteyê du caran dewriyeyên hevbeş li ser dirêjahiya 20 km li ser xeta sînor û bi kûrahiya 6 km di hundirê xaka Sûriyê de li herêmên Cizîr û Firat derdikevin.

Piştî zext û hêrsa şêniyên gundewarên rojhilat û rojavayê Kobanê, 2 helîkopterên Rûsyayê jî tev li dewriyeya hevbeş dibin û ji ber wê jî hin ji xwepêşandêran bi guleyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn û gel dewriyeyên hevbeş red kirin her wiha rojnamevan jî dema dewriyeya dişopand, birîndar bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din