‘Gelê Kurd di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk de bi israr e’

Berpirsê PYD’ê yê navçeya Şêranê Salih Nûh got gelê Kurd tê gihîştiye ku tekane rêya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedan e.

Dewleta Tirk a dagirker ev demek e bi dijwarî êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Li aliyekî din jî 28 baregehên leşkerî ava kirin. Dagirkeriya dewleta Tirk hemû qanûnên mafên mirovan binpê dike û li ser gelê Kurd komkujiyan pêk tînin.

Berpirsê Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê navçeya Şêranê Salih Nûh ji ANHA`yê re behsa êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê kir.

Salih Nûh der barê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk bi awayekî vekirî Başûrê Kurdistanê dagir dike, mirov nikare fehm bike ku dewleta dagirker 28 baregehên leşkerî di dewleteke din de ava kirin û bêyî erêkirina wê."

Qada siyasî ya Iraqê nerazîbûn nîşanî hebûna Tirkiyê di xaka Iraqê de dan, parlamenterên Iraqê jî ev yek red kir.

Salih Nûh wiha got: "Eger hikumeta Tirkiyê û hevkarên wê wek îdia dikin alîkariya Kurdan dikin, lê çima bi awayekî hovane êrîşê tîne ser gelê Kurd?”

Nûh diyar kir ku divê hikumeta Herêma Kurdistanê li xwe vegere, ji ber gelê Kurd nikare bibe qurbaniyê parastina berjewendiyên malbateke serdest.

Salih Nûh destnîşan kir ku hikumeta AKP`ê heta gotina doza Kurdan jî naxwaze bîne ziman û wiha got: "Gelê Kurd êdî dizane ku pêwîst e berxwedan û serkeftin hebe û bi siyaseta Tirkiyê nayê xapandin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din