Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mahir Heleb re xwest

Şêniyên kantona Kobanê ji malbata fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mahir Heleb re ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, sersaxî xwest.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, berê xwe da konê merasîmê ya şehîd Mihemed Xelîl (Mahir Heleb) ku li pêşiya mala wî hatibû vedan. Konê sersaxiyê li bajarê Kobanê hatiye vedan.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şervanên QSD`ê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Mahir Heleb li bajarê Reqayê di 20`ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû, di encama krîza dil de şehîd bû.

(kc)

ANHA


Mijarên Din