Gelê Kobanê: Divê aliyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek

Şêniyên Kobanê ji aliyên Kurd xwestin ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek.

Şêniyên bajarê Kobanê xwestekên lihevkombûna gel a li hember gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kirin. Şêniyan bang li hêzên siyasî yên kurdî kirin ku li dijî xeteriyên li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava bibin yek.

Tirkiyê ji nîvê meha Tîrmeha borî ve gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihane û hincetên derewîn dixwe. Li aliyekî dîtir jî rêveberiya herêmê helwesta xwe ya derbarê gefan de diyar kir û tekez kir ku alîgirên rêgeza diyalogê ya çareserkirina dozên binakok ên li herêmê ne. Her wiha  bal kişand ser heke Tirkiyê êrîşî herêmê kir, dê parastina wê bikin.

Şêniyên bajarê Kobanê daxwaz kirin ku pêwîst e parastina sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê yê bi Tirkiyê re bê kirin.

Di vî warî de Mihemed Oskê Bêrî got: "Dê li ser xaka mezinên xwe bin û dê heta nefesa dawî parastina herêmên xwe bikin.” Bêrî bang li partiyên Kurd kir, li dijî gefên ku destkeftiyên şoreşa Rojava dixin xeteriyê bi yekdestî bisekinin.

Li rexê jî Hecî Îsa Xelîl diyar kir ku dagirkeriya Tirk dê bibe sedema kerasetên mirovî û wiha da zanîn: "Derbasbûna Tirkiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe sedema kerasetê. Mînaka vê yekê Efrîn e. Tirkiyê li dijî şêniyên Efrînê kiryarên hovane pêk anî û hîn jî pêk tîne.”

Şêniyê bi navê Salih Cemal Mihemed destnîşan kir ku pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye û wiha got: “Da ku li hember gefên dewleta dagirker a Tirk bisekinin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din