Gel kevir û şekalên qetyayî avêtin dewriyeya Tirk-Rûsya

Wek li Kobanê û berê jî li Qamişlo, şêniyên Girkê Legê yên kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê dewriyeya hevpar a polîsên leşkerî ya Rûsyayê û artêşa dewleta Tirk a dagirker hedef girt.

Bi dehan jin, mêr û zarokan dewriyeya hevpar a ku vê sibehê li gundê Dirna Axa yê herêma Girkê Legê dest pê kiriye, bi kevir û şekalên(sol) qetyayî dan ber xwe.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên biyanî red dikin û QSD’ê hêza yekane ya rewa li herêmê dibînin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din