‘Gelê Aşûr, Ermen û Suryan ku ji komkujiyên li Tirkiyê reviyan, careke din li Sûriyê êrişî wan dikin’

Nîşa Gewriyê got:“Osamaniyan bi rengekî pir hov bi şûran gel, jin û zarokên Ermen ser jê kirin û qetil kirin. Armanca Osmaniyan qirkirina gelên Aşûrî, Ermenî û Suryanî bû. Li Tirkiyê û Iraqê komkujî pêk anîn, lê ev tenê têrê nekir.  Vê carê Aşûrî, Ermen û Suryanên ji Tirkiyê û Iraqê koçî Sûriyê bûn û piranî li Til Temirê bi cih bûn, dîsa jî êrişî wan kir û bi sedan revandin û qetil kirin."

Hêzên hegemon her tim, gel dikin qurbaniya peyman û berjewendiyên xwe û jê jî gelên Aşûrî,Ermenî, Suryanî û Kildanî ne. Berdevka Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên Nîşa Gewriyê, ji ajansa me re nirxand.

Nîşa komkujiyên Sêfo  û Sîmêlê yên li Tirkiyê û Iraqê bi destê Osmaniyan pêk hatin wiha vedibêje: "Dîrokê kêliyên xwînrijandina xwîna gelên Ermen, Aşûr û Suryanî ji bîr nekirine, Osamaniyan bi rengekî pir hov bi şûran gel, jin û zarokên Ermen ser jê kirin û qetil kirin. Armanca Osmaniyan qirkirina gelên Aşûrî, Ermenî û Suryanî bû. Li Tirkiyê û Iraqê komkujî pêk anîn, lê ev tenê têrê nekir.  Vê carê Aşûrî, Ermen û Suryanên ji Tirkiyê û Iraqê koçî Sûriyê bûn û piranî li Til Temirê bi cih bûn, dîsa jî êrişî wan kir û bi sedan revandin û qetil kirin."

'Gelên Aşûr, Ermen û Suryan xwedî çandeke kevnar in'

Nîşa diyar kir ku çand, dîrok û şaristaniya herî kevnar rastî êriş û qirkirinê tê û wiha gotinên xwe dewam kir: “Gelên Ermen, Suryan û Aşûrî ji kevintirîn gel li ser rûyê erdê jiyan dikin. Ew xwedî çand, dîrok û şaristaniyeke dewlemend û kevinar in. Ji lewra dibe hedefa êrişên dewleta Tirk, DAIŞ û dapîrên wan ên Osmaniyan da ku dîsa wan qir bikin û koka wan ji erdê hilînin."

Nîşa bersiv da Kongresa Armerîkayê ya îtîrafa bi qirkirina Ermeniyan û wiha dom kir: "Ew îtîraf tiştekî baş e, lê em dixwazin ku fermî vê komkujiyê qebûl bikin û dewleta Tirk bi xwe jî îtîraf bike ku wê bi xwe ev komkujî pêk aniye. Em gotinan naxwaz in. Daxwaza me ew e ku tiştekî fermî li ser rûyê erdê û pratîkî pêk were û êrişên ku niha dewleta Tirk, DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê li dijî gel û gundên Aşûrî û Suryaniyan pêk tînin, raweste û ji herêmên ku dagir kirine vekişe da ku gelên wê yên resen vegerin mal û bajarên xwe."

'Hember qetilkirina jinên Bakurê Sûriyê Bêt Nehrên têkoşîna xwe mezintir dike'

Nîşa piştrast kir ku ew wekî Hêzên Parastina Jinên Suryanî(Bêt Nehrên) bi hêzên QSD'ê re li hember dagirkeran li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Parastina vê axê erka me ye jî, da ku xaka me neyê dagirkirin û jinên Aşûrî, Suryanî, Ermenî, Kurd û Ereb jî neyên qetilkirin, revandin û tecawîzkirin. Em ê li ber xwe bidin û pêwîst e tevahî jinên cîhanê bikevin nava tevgerê û êriş û dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Bakurê Sûriyê re protesto bikin."

ANHA


Mijarên Din