Gelê Almanyayê banga derxistina dewleta Tirk ji NATO`yê kir

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piraniya gelê Almanyayê banga derxistina dewleta Tirk  ji NATO`yê kir an jî cezayên aborî ferz bikin û yan jî çekan nefiroşin Tirkiyê.

Saziya"YouGov" ji ajansa nûçeyan a Almanyayê re ankêtek di 25 heta 28’ê Cotmehê de amade kir ku ji sedî 58 dixwazin dewleta Tirk ji NATO’yê bê derxistin.

Her wiha ji sedî 61 jî dixwazin cezayên aborî li Enqerayê werin birîn, di gel ku ji sedî 96 daxwazin firotina çekan ji dewleta Tirk re bê qedexekirin. Almanya ji beriya 2 heftiyan ve  çekan nafiroşe dewleta Tirk.

Danezanên berdest ne tiştekî nû ne, ji ber Partiya Çep a Almanyayê"Dî Lînga"ji beriya demekê ve banga derxistina Tirkiyê ji NATO`yê dikir.

Rêxistinên Mafên Mirovan diyar kir ku dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, tê wateya ku sûcên şer û binpêkirinên der heqê mafên mirovan de pêk anîne.

Êrişên dewleta Tirk di nava dewletên cîhanê û erebî  de rastî bertekên tund hatin û di gel ku banga ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê kir.

(eh)

 


Mijarên Din