‘Gefên Tirkiyê xeteriyê li ser pêşeroja fêrbûnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike’

Mamosteyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê xeteriyeke mezin li ser pêşeroja fêkirinê li herêmê çêdike û armanca wê ku nezanebûn, xizanî û paşketin li herêmê belav bibe.

Dewleta Tirk a dagirker gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ev gef ji aliyê tevahî pêkhate, bawerî û beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne şermezarkirin. Di vê der barê de mamosteyên herêma Cizîrê diyar kir ku ev gef xeteriyê mezin li ser pêşeroja fêrbûnê li herêmê çêdike.

Mamosteyên herêma Cizîrê destnîşan kir ku dîroka Tirkiyê ya li dijî fêrkirinê dirêje. Dagirkeriya Osmanî jî mînaka vê yekê ye. Di serdema osmanî de nezanbûn û xizanî li herêmê belav bû. Her wiha dewletal Tirk çand û dîroka pêkhateyan binpê dike. Mamosteyan destnîşan kir ku Efrîn mînaka herî ber bi çave ku hemû cihên şûnwarî ku şarestenaiya gelên herêmê diyar dike, hatin rûxandin.

Mamosteya bi navê Yasmîn El-Seyah destnîşan kir ku Tirkiyê gefan li pêşeroja zarokên herêmê dixwe û wiha got:"Ev gef bi awayekî neynî bandorê li xwendekaran dike. Ji ber hemû xwendikara baş zanin ku Tirkiyê çi li dibisitanên Efrînê û herêmên din ên di bin dagirkeriya wê de, kir."

Mamosteyê bi navê Mihemed El-Nebî jî destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya gefên xwe hewl dide demografiya herêmê biguhêre, derfete nede xwendekaran ku fêrî zimanê dayîkê bibin û wiha pêde çû: "Ev yek me li Efrîn, Ezaz û Babê dît. Ku çawa dewleta Tirk a dagirker dihêle zarok bi dare zorê fêrî zimanê Tirkî bibin li şûna ku fêrî zimanê dayîkê bibin. Berûvajî ku me îro li dibistanên Rêveberiya Xweser dibînin ku her pêkhateyeke bi zimanê xwe fêr dibin."

Mihemed El-Nebî destnîşan kir ku malbatên xwendekaran li ser pêşeroja zarokên xwe bi tirsin û wiha bidawî kir:"Bi taybet ku şêniyên herêmê di serdema dagirkeriya Osamî de gelek zehmetî dîtin. Ne zanebûn û paşketin li herêmê belav bû. Îro jî ev yek li herêmên di bin dagerkeriya Tirkiyê de dûbare dibe."

(bx)

ANHA


Mijarên Din