‘Gefên Tirkiyê herkîneke xeter a ber bi fetisandina diyalogên çareseriyê ve ye‘

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî gefên serokwezîrê berê yê Tirkiyê  Bînalî Yildirim li ser herêmê dan û wekî herkîneke xeter ber bi fetisandina diyalogên çareseriya siyasî bi nav kir.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya a li ser zimanê Bînalî Yildirim da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi hemû rê û rêbazan li ser Sûriyê, bi taybet li ser Bakur û Rojhilat didomîne. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi zimanê êrîşan bê hincet dijminahiya herêmên me dike. Efrîn dagir kir, wêran kir û xelkên wê koçber kirin, ev yek diyar dike ku Tirkiyê dewleteke qirker e. Daxuyaniyên serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim careke din rastiya Tirkiyê û hewldanên wê yên afirandina krîzan, wêrankirin, guhertina demografî û nasnameya resen dide xuyakirin. Gotinên Bînalî Yildirim ên derbarê rûdanên li Efrîn ê li rojhilatê Firatê û daxwazên wê yên koçberkirina niştecihên wê û temamkirina projeya guhertina demografî  de gef û êrîşeke raste rast li ser ewehiya herêmê ye, di heman demê de rakirina tola DAIŞ‘ê û ji bo rêxistinên tundraw mîna Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam), tevgerên terorîst ên Partiya Turkistan û Koma Huras El-Dîn û hwd hewldaneke da ku herêmên zêde ji xaka Sûriyê bi dest bixin, mîna Idlib û derdora wê bixin bin kontrola xwe.

Em van daxuyaniyan şermezar dikin û ji raya giştî ya cîhanê û aliyên navdewletî û birpirsyar û dewletên aktîv di Sûriyê de diyar dikin ku Tirkiyê hewl dide nasnameya herêmên me biguhere û pêngavên qirkirin, koçberkirina niştecihên resessn, guhertina demografîk pêk bîne. Ev yek tevgereke navdewletî û qanûnî dixwaze. Ev gefanan hemû herêmê eleqedar dike, û herkîneke ber bi fetisandina diyalogên çareseriyê li Sûriyê ve ji bo pêşxistina siyasetên dagirkeriyê, parçebûn û vegera terorê."

ANHA


Mijarên Din